EFRÎN – Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro êrişî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efînê ya dagirkirî kir. Lê Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) bersiva êrişan da û di encamê de şer derket. HRE`yê êrişa çetayan têk bir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di şer de 2 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne.
Li gel wê jî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran derdora gund heta niha topbaran dike.