MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi peşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM) Pêngava “Werin Cenga Azadiyê” dan destpêkirin û Pêngava 1 ‘ê Hezîranê hat pîroz kirin.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM) di Çercovaya Pêngava Werin Cenga Azadiyê pêngava 1’ê Hezîranê hat pîroz kirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endamê Tevgera Ciwanên Mexmûr Fîrat Bozan axivî û got: “ Em pêngava 1’ ê Hezîranê û pêngava Werin Cenga Azadiyê pîroz dikin û slav dikin. Banga me ji bo tevahî ciwanên welatparêz û şoreşger heye ku bên tevlî Pengava Cenga Azadiyê bibin. Bila dijmin baş bizane em gelek azad û serbilindin.”
Piştî axiftina Bozan posterê Erdogan hat şevitandin û pîrozbahî bi govend gerandinê bi dawi bû.