NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dirûşma “Bi hev re em ewlehiyê misoger bikin, bi hev re Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêş bixin”, Fakulteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê hat vekirin û perwerdeya yekemîn a perwerdeyê bi beşdarbûna 154 efseran hate destpêkirin. Dewreya perwerdeyê dê 6 mehan dewam bike.
Merasîm li Akademiya Şehîd Mihyedîn a li bajarokê Rimêlanê hate lidarxistin. Fermandariyê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê, desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Cizîrê, Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî vekirina fakulteyê bûn.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî û vekirina fakulteyê li şehîdên azadiyê û pêkhateyên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û ev li gotina xwe zêde kir: “Hêvîdar im ku ev dewre bi ser bikeve û xizmetî civakê li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bike.”
Hevserokê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Haco jî axivî û got: “Divê em Hêzên Ewlekariya Hundirîn perwerdê li ser fikir û felseya rêber Ocalan bi pêş bixin. Vekirina vê fakulteyê gaveke mezin e da ku karînên xwe bi pêş bixin.”
Hevserokê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asim Ehmed axivî û got vekirina Fakulteya Zanista Polîsî derfeteke ji bo xwepêşxistin û hevsengiya di navbera rawabûnê û pêkanîna aramiyê de ye da ku ber bi parastina mafan û misogerkirina ewlehî û aramiyê ve biçin.
Di dawiya merasîmê de endamên tev li dewreya yekemîn bûne, toreneke leşkerî li dar xist.