BEHDÎNAN – Berdevkiya Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî sewqiyata bo herêmên gerîla daxuyaniyek nivîskî da.
HPG got, “Hêzek hewl dide ku bikeve herêma ku hêzên me ya li Metîna yê. Em li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li ber xwe didin. Em bang li van hêzên hatinê dikin ku li pişta hêzên me xençer nekin. Divê xwîna bira neyê rijandin. Ji bo vê, em bang li hemû hêz û gelê xwe dikin. ”