QAMIŞLO – Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser kampa Mexmûrê yê penaberan yê li başûrê Kurdistanê ve, û bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo vê êvarê meşek meşeleyî lidar xist.
Meş bi beşdarbûna bi sedan ciwan û jinên ciwan û gel ji kolana Munîr Hebîb ve destpê kir. beşdarvanan di destê xwe de alên Rêber APO û PKK û alên Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan girtin.
Meş bi avêtina sloganên “bimre îxanet” “bijî berxwedana Gerîla” ve li kolanan geriya. dema ku meş gihişt çerxeriya Munîr Hebîb, piştî deqeyek rêzgirtin li ser rihê Şehîdan, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mîlad Mihemed.
Mîlad di axavtina xwe de bang li hikûmeta Başurê Kurdistanê kir ku ji bêdengbûna xwe derkeve û dûrî berjewendiyên Şexsî bikeve. her wiha diyar kir ku wek ciwanin amadene ku piştgiriya Gerîla bikin û li dijî hemû komployên li dijî gelê kurd tê kirin bisekinin.