KOBANÊ – Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan li qada Şehîd Egîd hate dayîn, di destê xwe de alên Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan hilgirtin. daxuyanî ji aliyê rêveberiyê Tevgera Ciwana li Kantona Kobanê Mihemed Mihemed ve hate xwendin, di daxuyaniyê de hat:
“Destpêkê de em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yên kantona Kobanê vê Êrîşê dagirkeriya Tirk a li ser herêmên parastina medyayê û Mexmûrê şermezar dikin. wekî tê zanîn dewleta Tirk a dagirker êrîşek bêhempa li ser herêmên Zap, Metîna, Avaşînê da destpê kirin. destpêkê êrîşê Heftanînê kir lê şikest, dîsa êrîşê Garê kir dîsa şikest, niha jî êrîşên xwe li ser Zap, Metîna, Avaşînê bir. Zap, Metîna, Avaşînê nefesa wî ya dawî ye. di vê demê de bi hevkariya malbata Barzanî û PDK êrîşê Mexmûrê kirin. her wiha wezareta Pêşmerge daxuyanî da got hêzên me ji aliyê Gerîlayan ve hate êrîş kirin. ev tişt ne rast e. êrîşek hewayî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Pêşmergeyan hate kirin. malbatek we Barzanî îxanetê li eskerên xwe dike wê çawa alîkarî bi gelê xwe re bike. em vê êrîşê lanet û şermezar dikin.
Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan em li kêleka gerîlayan çi li mewziyên şer be, çi li ku derê ji me bê xwestin em hazir û amadene. wek tê zanîn Komalên Ciwan beriya demekê sefererî ragihand. em jî û ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê tevlî seferberî bûn. dema em tevlî seferberî dibin ne tenê giton e. bi dehan ciwanên Kobanê û Rojava tevlî seferberî bûn.
Di dawî de banga me ji bo hemû ciwanên Kurdistanê û bi taybet ciwanên Başûr heye, divê ciwan li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û malbata Barzanî bisekinin.”
Daxuyanî bi avêtina sloganên “bijî berxwedana Gerîla – Şehîd Namirin” bi dawî bû.