NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Êzîdî bi piştgiriya gel, li dijî hebûna baregehên Tirk ên li Başûr û êrîşên dagirkeriyê dest bi meşeke girseyî kirin. Di meşê de timî berxwedana gerîla tê silav kirin û êrîşên dagirkeriyê tên şermezar kirin.
Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî bi piştgiriyê xelkê Şengalê li dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê yên herêmî meşeke girseyî ya dirêj lidar dixin.
Di meşê de hewldanên dorpêçkirina PDK’ê ya herêmên gerîla û êrîşa hem wext a dewleta Tirk a dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê jî tê şermezar kirin.
Meşa navendî ji Çerxe Rêya Sinûnê destpê kir, wê heya Baxçê Serokatî ya Geliyê Kersê dewam bike. Meşvan wê 8 km bimeşin û li geliyê Kersê daxuyaniya dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê yên herêmî bidin.
Di meşê de li gel alên ciwanan gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine rakirin û timî dirûşmên dijî dagirkeriyê tên gotin. Her wiha ciwan timî dirûşma, “Bijî berxwedana gerîla” dibêjin û berxwedana dijî dagirkeriyê silav dikin.