NAVENDA NÛÇEYAN – Dagirkeriya Artêşa Tirk ya li ser qadên gerîla berdewam dike. Roj nîne ku artêşa dagirker dehan windahiya nede. Tê zanîn ku dewleta dagirker piranî kuğtiyên xwe vedişêre lê pirî caran bi avayekî hîn windahiyên wan dikeve öapemeniyê. Pişt re jî dewlet mecbû dimîne ku eşkere bike.
Mînaka herî dawî çend saet berê pêk hat.
Qaşo “Wezareta Parastinê ya Netewî (MSB) a Tirkiyê” bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona (dagirkeriya) leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê de çawişê pispor ê piyade Samet Şeker miriye.