AMED – Artêşa Tirk a dagirker, li bejahiya gundê Pirejmanê yê navçeya Pîranê ya Amedê di dema operasyonê agir bi derdorê xist û şewata li vê qada daristanî ya li quntarê Çiyayê Goreseyê ji 1’ê Hezîranê ve dewam dike.
Hîn jî şewat nehatiye vemirandin. Bi bandora bê, şewat gihîşt gundê Bahçekapi û Çevrecîk ên navçeya Qerebaxan a Xarpêtê.
Şêniyên herêmê hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin. Lê belê hate ragihandin ku temamiya daristana li Çiyayê Goreseyê şewitiye.