MEXMÛR – Îşev TCM/TJCM bi meşa meşeleyî dijî rejima dargirker û faşist ya tirk meşiya. Bi slogana: ” Ji bo serkeftina Şerê Gelê Şoreşgerî werin cenga Azadi yê!” hemleye “WerinCengaAzadiye” berdawam kir. Ciwanên wargeha Mexmur, Jinên Ciwan û gelê wargeha Mexmur bi denge bilind hersa xwe li hember erişen regima tirk nişan da. Dawiya meş li cihe ku 2 roj berê balafira faşist eriş kiriye, daqaeki rez ji bo Şehidan hat girtin û Jineke
Ciwan bi nave Şilan Deniz daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha bû:
“Em zarokên ku li ber serpêhatiyên mezinên xwe yên ku bi hemu zor û îşkenceyên dewleta faşîsta Tirk re derbas buyîn, mezin bune. Çawan ku dewleta Tirka dagirker û hevkarên wan nekarîn îrade û tekoşîna mezinên me bişkêne, nikare tekoşîna me ya azadiyê ji bişkêne. Pêwîste her kes li hember van lîstokan hişyar be û xwedî li xaka xwe, vîna xwe û nasnameya xwe ya Kurdê azad derkeve.
Em bang li ciwanên başurê Kurdistanê dikin li hember vê hêza îxanet kar, xwe firoş û xak firoş ya mala Barzan û PDK’ê derkevin , ger em îro bi rihê şerê gelê şoreşgerî ne rabin li hember dagirkerî û îxanetkaran, mil bi milê gerîlayên azadiya Kurdistanê tekoşîn nedin meşandin, wê sibe direng be.”
Ji berî her kesê parastina xaka Kurdistanê ya bi xwîna şehîdan hatî avdan erka sereke ya me ciwanên Kurde. Bi rihê ciwantî yê me ji Rêber APO girtî û bi rihê şere gelê şoreşgerî sonda me ya ji bo şehidan emê nehêlin dewleta Tirka dagirker û hêzên îxanetkar ser bikevîn.”