BEHDÎNAN – Navenda Ragihanadin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:
“Dewleta Tirk a dagirker 23-24’ê Gulanê li dijî herêmên Tabûra Ereban, Dola Konferansê û Dola Maran a Herêma Avaşîn dest bi pêngaveke dagirkeriyê kiribû, ji ber berxwedana bibandor û çalakiyên bihêz dest bi şikestinê kiribû, 1’ê Hezîranê neçar man ku ji van qadan vekişin. Dagirkerên ku li ber berxwedana bibandor a gerîlayên me tu encam negirtin, bi tevgera hêzên PDK’ê ku bi ketina çeperên gerîla yên li herêma Metînayê re, 7’ê Hezîranê li dijî herêma Avaşîn dest bi pêngaveke nû ya êrişê kir.
Dewleta Tirk a dagirker li herêma Avaşîn bi taktîkeke nû dest bi êrişê kir, rû bi rûyê berxwedana hêzên me hatine, di 7-8’ê Hezîranê de şerekî dijwar rû daye, derbên bibandor li dagirkeran hatine dayîn. Li qadê hê berxwedaneke xurt a hêzên me û şerekî dijwar dewam dike. Êrişa dagirkeriyê ya berfireh li ser herêma Avaşînê ketiye qonaxeke nû, berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî vê pêngava dîrokî, bersiveke dîrokî ye.”