BEHDÎNAN – HPG’ê derheqê vê kesî de ev agahî parvekir:
21’ê Hezîranê ji hêla Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê ve dîmenên hêmanê bi navê Înan Çelîk serwîsî raya giştî kiriye. Ev kes dema ku li nav refê me bû, ji ber sûcên derewê, ji ber ku sicîl qelp daye û sûcê bêexlaqiyê 2 caran lêpirsîn lê hatiye vekirin, ji ber vê ji peywirê hatiye standin û di pêvajoya dawî ya lêpirsînê de firar kiriye û reviyaye. Şerm e ku Asayîşa Herêma Kurdistanê ya Başûr ji vî kesê ketî hêviyan bike, tiştên ku vî kesî bi temamî bi îdîayên lihevanî diyar kirî weke ku rastî be nîşan bide. Ti têkiliya gotinên vî kesî hem bi rastiyê re nîne û hem jî teqez e ku bi temamî îfadeyên bi derewan daye. Di van dîmenan de têkilî rûdanên ku behsa wan tê kirin beriya niha ji aliyê me ve daxuyanî ji bo raya giştî hatiye dayin. Em careke dî bi bîr dixin ji bo hemû rûdanan em pêşniyara lêpirsîna hevpar dikin. Rûdanên ku behsa wan tê kirin û helwest û hewldana me ya ji bo yekîtiya netewî li ber çavan e. Ji ber vê, gelê me û ti kes divê qîmetê nede van gotinên provakatîf ên bi dev û rêbaza şerê taybet ê TC’ê.”