ŞEHBA – Îro li Şehbayê di pêşengtiya jinên ciwan de meşeke girseyî hat pêkanîn.
Meşê li ser riya gundê Til Qirah a girêdayê navçeya Ehdas ya herêma Şehbayê destpê kir û heya Kampa Serdem berdewam kir.
Bi hezaran jin daketin qadan û bi silogana “Bijî berxwedana jina azad” ve mêş berdewam bû. Ji bo heft şehîdên jin ku bi destê dagirkeran şehîd bibûn îro bi hezaran jinan dangê xwe bilind kirin û bejna xwe li hember bîranîna wan tewandin.
Li ser navê meclîsa jinên azad Werdê Efrin axaftin kir.