NAVENDA NÛÇEYAN –
Desteya Ciwanan li Herêma Cizîrê ji bopiştgiriya Pêngava Komalên Ciwan ya ku bi navê Werin Cenga Azadiyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li bajarê Qamişlo li pêşiya Wargehên Ciwan bi tevlêbûna dehan ciwanan pêk hat.
Ciwanan daxuyaniya xwe de wiha got:
“Kiryarên Dewleta Tirk ya faşîst di êrîşkirina çiyayên Kurdistanê û êrîşkirina Bakur û Rojhelata Sûriyê her wiha bi pêkanîna tecrîda giyankirî ve li ser rêberî ramana netewa demokratîk Abdullah Ocalan û sîyaseta wê yê qirker ku tunekirina nasnameya civakî yê hemî civakên herîmê ji xwe re dike armanc her wiha tunekirina her dengekî ku ji azadiyê re diqêr e bi hemî şêwazên qirêj.
Ev êrîşan bi gîştî bi bin ketin û her wî bi binkevin ji ber berxwedana dîrokî yê ku pêkhateyên herêmê ji Kurd ,Ereb , Siryanên Aşûrî Û Ermen, ev berxwedan gîştî ji baweriya bi rêberê biratiya gelan û feylasofa netewa demokratîk û fedekariya Gêrîla li Çiyayên Azad yên ku jiyana xwe ji bo mirovahiyê û rûmetê fîda dikin.
Em ji wek ciwanên Herîma cizîrê û ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tekez dikin ku emê her tim bo şoreşê re ne û emê her agirê geşkirina wê bin û emê her li serî çiyayan binêrin ku çawa bazên Zagirosê bilind bi azadî li ezmana mirovahî û rûmetê difirin .
Û emê her tekoşîna ji bo tolhildana şehîdên ku jiyana xwe ji bo azadiyê pêşkêşkirin bikin û li dijî komkojiyên ku li ser mer çêbûn her wiha li hemberî hemî rêbazên xiyanetê, emê têbikoşin û em têdikoşin ta ku em azadiya Seroketî yê ku mafekî wekî mavî hemî mirovan ê cîhanê.”