NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî hate parvekirin: “Hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 28’ê Nîsanê di saet 08:45’an de û 29’ê Nîsanê di saet 13:45’an de li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Kanî Masiyê ya Amêdiyê 2 çalakiyên serkeftî kiribû. Di van çalakiyan de hedefên ku hatine diyarkirin bi serkeftî hatine lêdan.”