NAVENDA NÛÇEYAN –
Yeko ARDIL nivîsand
Em weke gel ne xerîbê êşkence, lêdan, heqaret, kuştin û komkujiyan in. Teqrîben ev du sed sal in ku ji axa me xwîn, ji mala me feryad, ji dilê me qêrîn û girîn kêm nabin.
Rojane ango bi kêlî û saetan li ser axa me şer, şîn û şewat e. Dijminan wisa anîbû serê me ku di kurtedemên êrişên wan radiwestiyayî de vêca şerên navxweyî dest pê dikirin. Lewma em gelekî hînbûyî yê mirinê ne. Mirin ji bo me encameke xwezayî ye. Çi ku ev ji ber sedemên ji rêzê yan jî bi destê kujerên xwînxwar be.
Lê bûyera dawiyê bandoreke pirr cuda bi xwe re anî. Jina ciwan, Deniz Poyraz li navenda HDP ê ya Izmîrê, ji aliyê qatilekî gihîştî ve bi hovîtî hate qetilkirin.
Vê gavê Kurd bi bandora vê erdhejê dijîn. Lewma divê mirov hindek li ser vê babeta dawiyê raweste.
Baş e, di nav vî gelê jê re kuştin rûdana rojane de sedemê vê erdhejê çi ne?
Gelo dibe ku Deniz jin bû û hîna ciwan hate qetilkirin, vê yekê evqas deng veda?
Helbet ev jî egerek e, lê ya girîngtir jî di van demên dawî de dilê Kurdan, bi taybetî jî çavên welathezan li Başûrê welêt bû. Dewleta Tirk bi pîlanên şerê navxweyî yê Kurdan û bi daxwaza komkujiya şervanên şoreşger, êrişî wê derê kir. PDK ya ku di sazkariyên dagirkeran gişan de cih digire, xwe ji bo wê êrişê jî amade kiriye. Lewma jî Kurd bi meraq û fikar li bendê bûn. Kurdên li çar aliyê dinê û dostên wan hewl didin, pevçûneke navxweyî bisekinînin. Ji gelek deveran şandeyên aştiyê berê xwe dan Başûr. Hin ji wan ji aliyê dewleta Elman ve hatin astengkirin û çend şande jî ji aliyê PDK´ê ve li Hewlêrê di encama binçavkirinên demdirêj de hatin dersînorkirin. Lê dîsa jî nerazîbûnên tund encam dan. Li aliyê Silêmaniyê gel li ser piyan e, hunermend û rewşenbîr li kolanan in. Heta gelek kes û aliyên derveyî Kurdan ku dostaniya Kurdan dikin jî şerekî bi vî rengî, weke rûreşî dîtin û hişyar kirin. Dibe ku ji ber wan sedeman, heta niha daxwaza dilê dagirkeran bi tevahî nehatiye cih.
PDK bi helwêsta li hemberî şandeyên aştiyê jî diyar kir ku eger jê re biqede û li hev bê, ew ê tevlî nav êrişeke wiha bibe. Lê pirraniya gelê Kurd helbet ji bilî kes û derdorên ji kasika malbata Barzanî dixwin pê ve li dijî vê bêyomiyê ne.
Vêca dijminê ku li wir negihişt armanca xwe û daxwaza dilê xwe pêkneanî berê xwe da aliyên din. Di kombûna giştî ya NATO´yê de hêviya wan destûreke êrişê ya li dijî Rojava bû. Ji bo wê, hemû xetên xwe yên qaşo sor û mor jî binpê kirin. Babeta Komkujiya Ermenan jî danîn aliyekî û xwe avêtin ber dest û lingên Joe Biden. NATO ya ku ji destpêkê ve di nav vî şerî de, vê carê jî pişta Tirkan firikand. Ji bo parastina sînorên Asyayê û deverên bi pêvçûnê, pêdiviya wan bi kûçikên notirvan û dirinde heye. Ew kar dan wan, lê ji bo Rojava vê gavê encama dixwestin bi dest nexistin.
Çawa ku ew daxwaz pêk nehatin, wisa jî li dijî gerîlayên Kurd li gel tevahiya derfet û alîkariyan jî bi ser neket û nakeve.
Ê, nabe bê xwînxwarî bisekine. Weke di Efsaneyê de Dehak bê xwarina mêjiyên ciwanan nedikarîbû bijî, ev pergal jî bê xwîn û kuştinê nikare bijî.
Ji bo wan hedefa herî hêsanî jî Kurdên li Bakur, nexasim yên li Metropolan belavbûyî ne. Di rastiyê de serokçete Erdogan îşareta vê di bûyera êrişa li hemberî Meral Akşener de dabû.
Ango Erdogan digot, “Dîwar ji te re dibêm, bûkê tu fêhm bike!” Wisa jî bendewariya bêbextiyeke wiha hate pê.
Li ser bûyera qetilkirina Deniz Poyraz gelekan got û şirove kirin. Hinan jî ev bûyer kir hinceta dijberî û êrişa li dijî eniya şoreşger.
Helbet ev bûyera ku di nav mêjî û dilê Kurdistanê de teqiya û erd li wan hejand, wê ji gelek aliyan ve bê şirovekirin û mirov wê li ser biaxivin. Heger nebe wê encama me li jorê behskirî derkeve holê; ango mirin, êşkence, kuştin, ji welat derkirin, jiholêrakirin ji bo Kurdan encamên asayî ne.
Lê ne wisa ye û divê ne wisa jî be. Bi hewla ku mirov nekeve asta nizm a kesên gotin, “Gelo haya dayîka Denizê jî ji êrîşê hebû?” û pirsên çima ew li wir bi tenê bû û kanê parastina cewherî jî divê bên kirin.
Dîsa jî ya ku mohra xwe li vê êrişa nemirovî dayî gotinên dê û bavên Deniz Poyraz in.
Bi taybetî êrişkarên navmalê jî divê ji wan fêr bibin û ji xwe jî şerm bikin.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA