NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 213 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 192’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 175’yemîn de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 43’yemîn dewr girt di roja 213’emîn de berdewam dike.
Rêvebiriya girtîgehê dest dide li ser nameyan
Hevşaredarê bajaroka Weysil Qeranî Enes Cengîz ê berê, diyar kir ku nameyên tên şandin bi hinceta “Rêveberiya girtîgehê tê rexnekirin” ji bo girtiyan nayin dayîn.
Hevşaredarê berê yê bajaroka Weysil Qeranî ya navçeya Hewêl a Sêrtê Enes Cengîz, di 21’ê Kanûna 2016’an de, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê bi rêve bir de, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Cengîz berî 9 mehan ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Êlihê hatibû kirin.
Cengîz ê li Girtîgeha Êlihê 7 mehan di hucreyek yek kesî hat girtin, bi hinceta ku tekmîla lê dihat ferz kirin qebûl nekir, heya 6 mehan hevdîtinên wî yên telefonê yên bi malbatê re dihatin qût kirin.
DEST DANÎN SER NAMEYAN
Rayedarên girtîgehê, di heman demê de dest datînin ser nameyên malbatê ji Cengîz re dişandin. Hat diyarkirin ku desteserkirina nameyan “di nameyê de nûçeyên derbarê Cengiz de û rexnekirina rêveberiya girtîgehê” weke hincet didan nîşandan. Keça Cengîz Esra Cengîz a di 24’ê Hezîranê de çûbû hevdîtin bavê xwe, pirsgirêkên ku bavê wê dijîn vegotin. Esra Cengîz, anî ziman ku naxweşiya Kronîk a Kezebê Obstruktif (KOAH) bi bavê wê re heye û wiha axivî: “Bavê min di 7’ê Gulanê de bi şewba vîrûsê ket. Bi derfetên xwe pir zor û dijwar karî derbas bike.”