NAVENDA NÛÇEYAN – Tîma Bersivdanê ya Şehît Mahmût Can Çakir a YPS’ê bi daxuyaniyekê got, “Endamên me 20’ê Hezîranê saet di 21:00 de li navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi navê Şehîd Denîz Poyraz çalakiyeke bîranînê kirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Endamên me yên Tîma Bersivdanê ya Şehîd Mahmût Can Çakir a YPS’ê 13’ê Hezîranê li navçeya Farqînê ya Amedê li hemberî stasyona Bazê çalakî kirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em yekîneya tolhildanê ya Şehîd Mahmût Can Çakir in ku li Edeneyê hate qetilkirin.” Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Em ê hesabê van êrişên namerdane yên dijmin qat bi qat bipişrsin û çi yê faşîstan hebe em ê bişewitînin, xera bikin. Em ê nehêlin ku bêhn bê ber wan. Çalakiyên me wê dewam bikin û di vê têkoşîna tolhildanê de me ê bi hev re faşîzmê biqedînin.”