Min herî dawî, beriya niha bi 2 salan ji biryargeha navendî ya HPG’ê re, di payîza sala 2004’an de dema ku filîma Bêrîtan wek xeyalekê bû, rapora xwe nivîsî. Di wan rojên ku min bi xwe jî hê bi temamî ji xwe bawer nedikir, di rapora ku min nivîsî de, min qet bi ti şêweyî bawer nekir ku bi dudilî û bigumanî nêzikatî pêş bikeve. Her min bawer kir ku edaleteke gerîla ya ku jiyan dike heye û di nava vê rêxistinê de her zindiyek zû yan jî dereng, bi xweşikbûn an jî bi kirêtiya xwe ve wê bighêje cihê ku heq kiriye. Bi vê baweriyê bi rihetiya dil re, tevlî qada ku em jêre dibêjin jiyan bûm, ango bi qadên gerîla yên ku kesayetên me tê de di pêvajoyên afrandinê re derbas dibe bûm yek. Li wê derê, wê hest û hizrên min bigihiştana tiştên ku layîqê ne…
Dixwazim rapora xwe bi nû kirina van sozên xwe ve destpê bikim…
Min çavên xwe di van axan de li cîhanê venekir û tê de mezin nebûm. Min tenê çiyayên vî welatî ku jê re dibêjin Kurdistan dît. Her wiha çirayên bajarên ku ji dûr ve xûya dikirin…. Lê ez di avên herikîn de şil bûm, li ser latên wê yên bilind re meşiyam… Min di germahiya havînê de xwêhdan da… Li van deran hevalên min çêbûn, hevalên min hatin kuştin. Min li pişt wan hêsrên çavan barand. Di hinek deman de bi mirovên ku min tenê wêneyê wan kişandiye re jiyan kir. Heman xwarin, heman betanî û heman serma bi wan re parve kir. Bûm şahidê mirina wan.
Êdî tu cihê ku tê re derbas bûme li dawiyê, ango li pişt min namîne. Her çiqa bimeşim û biçim jî êdî nikarim tu deman li pey xwe bihêlim. Di vê erdnîgariya mezin de weke ku di mala xwe de me. Dema ku çiya bi çiya digerim, di her latekê de sîmaya gerîlayekê/î ku nas dikim dibînim, dengê kenê hevaleke/î ku min pir jê hez kiriye dibihîsim. Wekî ku di xaniyên mala xwe de digerim, digerim di vê erdnîgariyê de. Tu tişt ne dûre, tu tişt ne biyaniye…
Di van rojên ku wekî herikîna avan zû derbas dibin de, di nava bangawaziyan de digerim. Her tiştê ku min dîtiye û destê xwe pê kiriye, wekî ku ji min re bangî zemanekî dike. Misoger tiştekî ku di paşerojê de hatiye jiyan kirin vedibêje. Li vê derê hemî deman di nava hev de jiyan dikim. Min berê nedizanibû ku tevahî lat û kevirên di van çiyan de xwedî demek wiha bi watedarin. Ji bo ku vê rastiyê fêm bikim, pêdivî bi salan hebû… Di dawiyê de fêrbûm ku ew ne wekî mirovan in. Her dibînim ku ew ti tiştî li pey xwe nahêlin, li kêleka wê re derbas nabin û naçin, hes kirina min a ji van latan re, ji van kevir û avan re zêdetir dibe. Carnan ez jî dixwazim wekî kevirekî tevahî deman di xwe de kom bikim, hemû rûyên ku min nas kiriye, hemî sozên ku min bihîstine dixwazim di xwe de veşêrim. Carnan dixwazim weke zinarekî tena xwe bisekinim.
Dizanim, nas dikim û hez dikim. Ev welat êdî bû welatê min…
Beriya niha bi demekê, min xwe li van deran biyanî hîs dikir. Dihizirîm ku ezê rojekê vegerim bajarê di qeraxa deryayê de, ew bajarê ku tê de hatime cîhanê û mezin bûme. Min digo qey çiya û derya pir ji hev dûr in. Lê, demê bi şêweyê herî xweşik ji min re nîşan da ku çiya û derya pir dişibin hevdû.
Wekî ku min got; ev welat bû welatê min. Min destpêka her tiştî di vir de jiyan kir. Hevalên min ên destpêkê, êşên min ên destpêkê, xemgîniyên min ên destpêkê û heskirina min a destpêkê… Min mirin cara yekê li vir dît, pir destpêkên ku nikarim pênase bikim, min li vir jiyan kir. Min di van çiyan de her tim dest bi tiştên nû kir. Her ku min çavên xwe bi zayîna her rojekê re vedikir, kelecana ku min jiyan dikir, besî min bû.
Ji xwe ez jî, ji vê hez dikim û tişta ku qet nikarim dev jê berdim jî ev e…
Ger bixwazî em hilkşên cihên herî bilind, ger bixwazî em xwe berdin cihên herî kûr… li van deran her dem tiştên nû me pêşwazî dikin. Şexs her dem ji xwe re asoyên nû vedike. Ger em hilkşên heman lûtkeyan, tu tişt, tu dem xwe dûbare nake. Her çiyayek asoya xwe ava dike. Aso di lûtkeya her çiyayekî de cûda xûya dike û roj her êvar bi rengek cûda diçe ava.
Niha di van axên ku dikarim bêjim welatê min e, êdî dema tiştên ku di van xakan de hatiye jiyan kirin malê demekê kirin. Ev gotina ku min beriya filîma Bêrîtan bi dudilî gotibû, niha bi baweriyeke mezin ve dibêjim. Dixwazim tiştên ku li vir hatine jiyan kirin, zindî bihêlim. Ango wek bîranîn… Bîranîn, tê wateya bi bîr xistin û rizgar kirin. Ji bîr kirin jî tê wateya winda kirin û li pey xwe hiştin. Ji ber wê jî wekî me hemiyan, ez jî tu tiştî ji bîr nakim, bi xwe re radikim…
Lê mejiyê kê ji me, dikare barek ji van kêliyên ku tên jiyan kirin rake. Em çiqa dikarin van kêliyên bi wate bighînin pêşerojeke nû… Ma kî ji me dikare meydanê ji hilweşînên demê re bixwîne… hest, raman û dîmenên ku di mejiyê me de qeyît bûne, malê her tiştî kirin, ji bo me erkekî ku jê nayê revandine.
Ger em tiştên di van çiyan de hatine jiyan kirin, negihînin her kesî, ango neghînin tevahî mirovahiyê, wê ev bibe gunehê me yê herî mezin. Yek ji sedemên ku wisa li pey xebatên xwe bi israr dibezim jî ev rastî bi xwe ye. Ne hêrs, ne jî xwesteka karbendî ye, tişta ku min dide bezandin. Xwesteka xwedî derketina li hevalên xwe, tiştên ku min şahidî jêre kiriye… yê ku min dide bezandin, xwesteka xwedî derketina li xwe ye.
Ji ber wê ye ku careke din di sînemayê de israr dikim. Dibêjim ku, sînema dikare van tiştên ku hatine jiyan kirin, vê jiyana ku me navê PKK lê kiriye, vebêje. Dibe ku di nava ewqa zêdebûna kar de wê pir biçûk be, lê ewê raboriya çiyayên wê, zarokên van çiyayan û gelê Kurd vebêje. Ger di nava vî şerî de tiştek kêm, ango nîvçe ma ye hebe, ew jî sînemaya gerîla bi xwe ye.
Dixwazim bi rêya sînemayê, bersiv bidim vê dema ku tevahî xiyanet û kesên xwapînok hewl didin gelekî bifroşin û hafîzeya gelê Kurd şaş bidin sepandin. Ji bo ku dîroka reş û ev ketîbûyîn bê şkandin, ez jî dixwazim tiştekî bikim.
Min tu carî ev şer wekî we jiyan nekir. Di berpirsyariya gerîlayekî de min ev şer negirte ser milê xwe. Min nekarî vî şerî di eniyên pêş de, bi hilke hilka nefesê ve jiyan bikim. Di van salên ku min di nava wan de jiyan kirî, yek ji kesên ku xemgîniya herî kûr a gavekê paşde mayînê jiyan dike jî ezim. Dibe ku ger min bikariba weke gerîlayekî herî ji rêzê jiyan bikira, kêmek jî ba, wê dilê min rihet ba.
Pir baş di ferqa vê de me…
Gerîla her tiştê me ye. Ger rojekê gerîla bin bikeve, her tişt bin dikeve. Li pey wê ne nivîs, ne wêne û ne jî fîlîm dimîne… Ji ber wê li virim. Ger sînemayekê çêkim, encex bikaribim li vir çê bikim.
Ji ber wê ye ku piştî du salan, careke din pêşniyara xwe li vir, pêşkêşî gerîla dikim. Ger ezê tiştekî bixwazim, tenê ezê ji wan bixwazim, ger ezê dest vekim, tenê ezê ji wan re vekim destên xwe û ger ezê xizmet bikim, tenê ezê ji wan re xizmet bikim. Ez pêşeroja xwe ji gerîla dixwazim. Firsenda ku wê ji min re bê dayîn, careke din ji wan bendewarî dikim.
Dibe were gotin ku, cihê van karan ne ev der e. Lê ez dixwazim li vir pêş bixim vê xebatê. Ji ber ku ez ji vî cihî û ji mirovên wê bawer dikim. Di ferqê de me ku ev kar di qadên cûda de jî dikare bê çêkirin. Pir hevalên me yên di vê idîayê de jî henin. Lê ez ji bo sînemaya gerîla heme. Di asta ku em gihiştinê de gelê me dibe şahîd ku çiqasî sînemaya gerîla ji hunermend û ronakbîrên Kurd re rê nîşan dide. Weke ku gerîla di siyasetê de heye, di hunera Kurdî de jî xwedî rolek diyarker e.
Erkên rojane yên ku hun ji min bendewarî dikin henin. Vana qet, bi ti awayî pişt guhê xwe re navêjim. Ev tiştên ku we diyar kirin bi salan e min kir û ezê berdewam bikim. Lê belê di vê astê de dixwazim tiştekî ji xwe re û ji gerîla re ava bikim. Dixwazim gaveke din pêşde biçim… bendewarî dikim ku firsenda ava kirina sînemaya gerîla ji min re bê nasîn. Dema ku min ev pêşniyara xwe beriya du salan pêş xist, nêzikatiyeke HPG’ê ya bi vî awayî nîn bû. Di ferqê de me ku ji bo niha jî tune ye. Dibe ku piştî du salan jî tune be…
Lê dema hatim vê rêxistinê di hundurê min de hestekî ku min jiyan dikir hebû. Ezê jî tiştekî nû di vê rêxistinê de pêş bixim. Salên min di heyecana vê hestê de derbas bûn. Kêm jî be her ku min tiştek pêş dixist, min zêdetir hîs kir ku ayîdê min e. Her ku pêş dixim, zêdetir hîs dikim ku ez jî ayîdê wê me.
Çîroka Egîd xwediyê guleya yekemîn û îsyana destpêkê ya zarokekî ku xiyanet li xeyalên xwe nekiriye, di nava hedefên min de ye.
Bawer dikim ku ezê vê xebatê bi ekîba xwe re bi ser bixim. Ev jî bi dilek vekirî diyar kirin wê herî rast be. Nikarim hevalên xwe yên ku bi wan re xebitîm ji bîra bikim. Nikarim di qeraxekê de wan bihêlim. Piştî xebatên ku me qehra wê bi hev re kişand, dihizirm ku ji bîr kirina wan nakeve nava exlaqa rêhevaltiyê. Rêber APO digot ku; “Dostanî beriya rêhevaltiyê tê”. Ez jî ji tevahî dilê xwe ji vê rastiyê bi bawer im…
Di van çiyan de mezin bûm û di van çiyan de pijiyam. Hem fikrên xwe, hem karbendiya xwe, hem jî hez kirina xwe, min di van çiyan de bi dest xist. Di her destpêkirinek nû de, min bawer kir ku vexwarina ava Çarçêla, bêhn kirina sosinên wê, wê ji min re oxirê bîne. Ev mesken û rêhevalên azadiyê xeyalên min dane min. Bi qasî ku ezê tu carî bawer nekim, min li vir ji xwe bawer kir û bi qasî ku ezê tu carî nikaribim biafirînim, min kar di vir de di nava gerîla de afrand. Nikarim van hemiyan ji bîra bikim…
Ezê ti carî bê rêziyê ji van nirxan re nekim…
Hezkirinên xwe yên bê dawî pêşkêşî tevahî şervan û fermandarên HPG’ê dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim…
Silav û rêzên şoreşgerî