NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyek nivîskî de, DGH’ê di derbarê çalakiyên ku di 18 û 19 Hezîranê de li Farqînê pêk anî de agahî da.
DGH’ê diyar kir ku wan çalakiyên xwe ji bo bîranîna Deniz Poyraz ê di 17’ê Hezîranê de li Avahiya Parêzgeha İzmîrê hate qetilkirin pêk anîn,
DGH di daxuyaniyê de wiha domand:
Divê bê zanebûn ku qetilkirina Denîz dê hêrsa me mezintir bike. Em wek ciwanên Kurdîstanî teqez hesab bipirsin.”
Çalakî ev in:
Di 18’ê Hezîranê de, li dora 22:30, teqemeniyek bi destan me avêt Alaya Leşkerî.
Di 18’ê Hezîranê de di saetên êvarê de, li taxa mizgeftê dirûşme hatin qîrîn û fîşekên hewayî hatin avêtin.
19’ê Hezîranê, danê êvarê derdora saet 21:00 de, li dijî TEDAŞ a li taxa Bahçelievlerê teqemeniya bi destan hate avêtin.