NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye ya Demokratîk peyamek ji civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê re şand. Mazlum Ebdî got ku divê çeteyên DAIŞ û malbatên wan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêne, neyên jibîrkirin.
Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî peyamek ji civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ku wê li paytexta Îtalya, Roma were lidarxistin re, şand.
Peyama fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî ya li ser hesabê xwe yê twîterê belavkirî, wiha ye:
“Koalîsyona Navneteweyî wê sibê bicivin da ku têkçûna DAIŞ`ê û misogeriya pêkanîna serkeftina mayînde nîqaş bikin, divê em ji bîr nekin ku hîna bi deh hezaran jin, zarok û çeteyên DAIŞ`ê di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.
Em bang li koaslîsyonê dikin ku wan kesan vegerînin welatên wan û piştgiriya bernameya xwendinê û têkoşîna li dijî hêzên tundraw bikin. Her wiha piştgiriya avakirina istîqrar û geşkirina aborî li herêmên rizgarkirirî bikin, da ku sedemên bingehîn ên tundraw werin çarserkirin.”