AMED – Tûrnûvaya futbolê ya ku ji bo bîranîna Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozan Yıldız ê koça dawî kir, ji hêla Meclîsa Ciwanên HDP’ê ve hat organîzekirin dest pê kir. 18 tîm, di nav de 4 tîmên jinan, beşdarî tûrnûvayê bûn.
Tûrnûvaya futbolê ya ku ji bo bîranîna Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozan Yıldız ku di encama krîza dil de çû ser dilovaniyê, ji hêla Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Amedê ve hat organîzekirin, ji bo balê bikişîne ser polîtîkaya şerê taybet a li ser ciwanan wekî tacîz, tecawiz û sîxurî û li dijî van polîtîkayan rêxistina xwe baştir bike.
Li qadê, pankartên bi wêneyên Ozan Yıldız û Deniz Poyraz ên di encama êrîşa çekdarî ya li dijî Avahiya Parêzgeha HDP’ê ya İzmîrê de jiyana xwe ji dest dan, her wiha pankartên “Li dijî polîtîkayên asîmîlasyona tiryakê û sîxuriyê rabin” û “Bîranîna wî dê têkoşîna me ronî bikin “hatin daliqandin.
Di pêşbirka ku îro roja çaremîn hate li dar xistin de Şehîd Ozan Yıldız û Şehîd Deniz Poyraz hatin bibîranîn. Pêşbirkê de îro maç di navbera Tîma Çand MA – Tîma Nîsebin ve Snejder Academy – Tima Serkêftin hatin lîstin.