NAVENDA NÛÇEYAN – Aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN ên li bajarê Stûttgart a Elmanyê bi meşekê pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ silav kirin.
Di meşê de ciwanan êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê jî protesto kirin, êrîşa li ser Şengalê jî şermezar kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û Ciwan Fedayê Rêber Apo ne’ qîr kirin.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanistan Atînayê jî bi çalakiyekê xwedî li pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ derketin.
Di çalakiya li Akropolîs a yek ji cihên herî turîstî hate kirin de, daxuyaniyek hate dayîn û dagirkerî protesto kirin.
Hate gotin ku di rêza yekem de ciwan ji parastin û azadiya Kurdistanê berpirs in.
Çalakî bi dirûşmên ‘Biji Serok Apo’, ‘Biji Berxwedana Gerîsa’, ‘Em Ciwan Fedayê Rêber Apo ne’,û ‘Diktatör Erdogan’ hate qîrkirin.
Polîsan êrîş bir ser ciwanên ku belavok belav dikirin û 2 aktivîstên TCŞ’ê destgîrkirin.