BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:
“5’ê Hezîranê saet di 09:20’î de li qada Geliyê Pisaxa ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Sîserê bi rêbaza sabotajê 2 çalakî hatin lidarxistin. Destpêkê li wesayitekê hate xistin û kontrayê di wesayitê de birîndar bû. Di çalakiya duyemîn de jî li wesayitekê hate xistin ku kontrayek tê de bû, wesayit hat îmhakirin û kontrayê tê de hate cezakirin.”