BURSA – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo karibin roja Duşemê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serlêdaneke bi heman rengî ji aliyê birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ve hate kirin. Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji sala 1999’an dema dîlgirtina bi komploya navneteweyî û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de ye.
Axaftina herî dawî ya bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalanre hate kirin 25’ê Adarê bi rêya telefonê bû. Ev axaftin jî nîvco mabû.
Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rerzan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve jî serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.