NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara 474. ya rojnameya Serxwebûn gihişt ber destê xwendevanên xwe. Rojname di hejmara xwe ya vê mehê de cih dide gelek mijaran.
Di hejmara nû de nivîsên Mustafa Karasû û Dûran Kalkan yên têkildarê pêvajoya siyasî ku pêşketinên bi taybetî li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dinirxînnin cih digrin.
Mûstafa Karasû di nivîsa xwe ya bi sernavê “Berxwedana gerîla gelê Kurd dixe yek û dewleta Tirk têk dibe” de nivîsek berfireh têkildarê rewşa hêzên modernîteya kapîtalîst nivîsandiye.
Karasû di nivîsa xwe de nêzîkatiyên hêzek ji hêzên global ango Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya derbarê Çîn û Rûsyayê nirxand. Karasû dide zanîn ku Serokê DYE’ê Joe Bîden di mijara Çînê de polîtîkayek cudatir ji serokê berê Donald Trûmp dernexistiye holê û ev tespîte kir ku NATO hêza parastina modernîteya kapîtalîst e.
Di nivîsa ku cih daye şoreşa Rojava, rewşa Îranê û guhertin û weguhertinên Iraq û Başûrê Kurdistanê de hişmendiya olîgarşîk û malbatgera ya PDK’ê jî dinirxîne.
Ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê birêve dibe re jî hatiye gotin “Dewleta Tirk rola çekûçê û PDK jî ya sindanê dilîze” û tê diyarkirin ku PDK biyara şer girtiye.
Dûran Kalkan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Êdî dema hilweşîna faşîzmê hatiye” de ji pencereyek din ve guhertin û weguhertinên siyasî dinirxîne. Kalkan ku dibêje pêwîste têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî pergala êşkence û tecrîda Îmraliyê birêvebiriye were fêmkirin û wiha xulase dike, “Em li sekna Rêbertî ya li Îmraliyê temaşe dikin, hewl didin wê fêm bikin û li gorî wê helwest, siyaset û partiya xwe diyar dikin.”
Di nivîsa ku êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya bajarê Îzmîrê pêkhatî dinirxîne de tê diyarkirin ku ew plansazî ji bo pêkanîna komkujiyê bûye û bi pênaseya “Êrîş ne karê kesekê, karê yekeyekê ye” polîtîkaya qirkirina Kurdan bi hûrguliyan re tê destgirtin.
Di nivîsa ku cih daye hûrguliyên êrîşên desthilatiya faşîst ya Tirk ya li hemberî Metîna, Zap û Avaşînê de, provakasyona li hemberî pêşmergeyan ya li Metînayê, şeklê wê yê ku di çapemeniya Tirk de cih digire weke hewldanek ji bo wergirtina desteka NATO’yê ya li dijî YPG û HPG’ê tê nirxandin.
Di nivîsa bi sernavê “Tayyîp Erdogan bi temamî serî li hemberî DYE û NATO’yê tewand û teslîm bû” de bal tê kişandin ku DYE ti carî Tayyîp Erdoganî hilnaweşîne û divê sîstema desthilatdariya Tirk wek bi mînaka Seddam re neyê qiyaskirin.
Nivîseke din ku di vê hejmara Serxwebûnê de cih digire jî ayîdê Fermandareke Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bawer Dersîm e.
Dersîm di nivîsa xwe ya bi sernavê “Gerîlayê Modernîteya Demokratîk, taybetmendiyên wê yên bingehîn û bandora wê ya li ser şerê li Kurdistanê” de bi hûrgulî behsa asta ku Gerîlayê Azadiya Kurdistanê gihîştiyê dike.
Di nivîsê de hatiye gotin ku di şerên roja me ya îro de bi giranî îstîxbarat û teknolojî tê karanîn, li hemberî vê jî gerîlayên Kurdistanê xwe bi rengekî guncav ji nûve avakiriye; her wiha têkildarê Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal jî ku demên dawî hatiye pêşxistin agahî tên dayîn.
Weke her carê rojname rûpelên xwe yên naverastê ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re veqetandiye. Di berhevkirina ji pirtûka wî ya bi navê “Komara mêtinger qirêj û tawanbar e” de sernavek wisa ji bo nivîsê hatiye hilbijartin, “Ev rejîm tinekirina gelekê armanc dike.”
Di vê nirxandinên Abdullah Ocalan ku hûrguliyên faşîzan û qirker ên dîroka serdestiya Tirk dinirxîne de bal dikişîne ser vê yekê ku di esasê de ji holêrakirina PKK’ê tê wateya ji holê rabûna gelê Kurd û bijareka demokratîk ya li Tirkiyê.
Di nivîsa berhevkirî de ku behda çawaniya rêvebirina şerê taybet ya di sala 1990’î û vê çarçoveyê de hûrguliyê rola MHP’ê dike de, bi hûrgulî tê dahûrandin bê ka meyala faşîzan ya bi 12’ê Îlonê re hate afirandin desthilatek çawa bi şêwe kiriye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê dahûrandinê ve di heman demê roja me ya îro jî ronî dike.
Nivîsa “Stratejiya şerê gelê şoreşgerî û têkoşîna jinê” ji aliyê Ekîn Nûdem ve hatiye nivîsandin.
Di nivîsê de ku îşare bi rola jin ya di têkoşîna azadiya Kurdistanê dike de ji Sakîne Cansiz heya Nûray Erenan, ji Besê Anûşan heya Hanim Yaverkayayn, ji Rehîma Kahramann bigre heya Çîçek Selvanan û ji Binevş Agalan bigre heya Gulnaz Karataşan, behsa xeta têkoşîna şervan û şoreşgerên jin ên pêşeng ên Kurd û nirxên ku afirandinî dike.
Di nivîsê de bi rengekî felsefîk û paradîgmatîk tê destgirtin hewldan û têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja yekemîn ji bo azadiya jina Kurd nîşan dayî Xetek ya Azadiya Jinê ya çawa derxistiye holê.
Nivîskareke din ê Serxwebûnê Xebat Andok jî di nivîsa xwe ya vê mehê de qala rêxistingeriya Gladîo’ya NATO’yê dike.
Andoka di nivîsa xwe ya bi navê “Avabûna Gladîo ya li Tirkiyê, merheleyên wê û stratejiya wê ya Kurd” de dibêje ku stratejiya Kurd ya dema damezrandina dewleta Tirk siyaseta qirkirinê bûye û tîne ziman “Hemû taktîkên hişk û nerm û hemû rêbazên tên pêkanîn ji bo serxistina vê stratejiya qirkirinê hatine pêşxistin.”
Andok ku di beşek din a nivîsa xwe de bal dikişîne ser pêkanînên cuda yên Gladîo yên di dewleta Tirk de, rêxistiniya Galdîo dabeşî sê beşan dike û bi hûrgulî wana rawe dike.
Andok ku di nivîsa xwe de dipirse “Ev pergala xirabbûyî kê û çima avakirye?” û bi berfirehî behsa van mijaran dike ango di polîtîkaya terorîzekirina PKK ya li gel NATO’yê de rola ku PDK lîstî çibû û li hemberî vana pêwîste gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê helwestek çawa raber bikin.
Rojnameya Sexwebûnê her wiha di vê hejmara xwe de cih dide nivîsên du Şehîdan. Şerda Mazlûm Gabar li ser serpêhatiya têkoşînî ya şehîd Dalokay Şanli yê bi navê kod Sînan Dêrsim ku di 22’ê Cotmeha 2020’an şehîd bûbû nivîsandiye.
Şerda Mazlûm Gabar ku behsa Sînan Dersim dike bê ka çawa Tevgera Azadiya Kurd nas kiriye û di pêvajoya têkoşînê de kesayetiyeke şoreşger ê çawa pêşxistiye dike û ji bo Dêrsim ev pênaseyê dike, “Hevalê ku derbaskiriye sînorên ku jê re hatinî danî.”
Gabar her wiha nivîsandiye, “Sînan, zarokê birûmet ê Dêrsimê bi jiyan, têkoşîn û şehadeta xwe ve şopeke kûr di dilê me de hişt. Gelek dilên ku wî hezdikirin li pey xwe hişt. Ev dil hewldidin wî fêm bikin û bi biryardariya têkoşînê şer didomînin. Bi girêdanî û wateya ku wî li jiyanê barkirî em tevlî xebatan dibin û têkoşîna şoreşgerî ya gelan bilind dikin.”
Rojnamyê di rûpela xwe ya dawî de cih dide serpêhatî û têkoşîna şoreşgera mezin Guler Yûrdakûl (Delal) ku di dawiya salên 1970’ê Apoçiyan nas dike, bi rengekî bêyî du dilî tevlî têkoşîna şoreşa Kurdistanê dibe.