NAVENDA NÛÇEYAN – HRE’yê diyar kir ku di navbera 26-30’ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî lidarxistine û di encamê de 10 çete hatine ukştin, 4 jî birîndar bûne.
Daxuyanî wiha ye:
“Di navbera rojên 26 û 30’ê Hezîranê de, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 26’ê Hezîranê, li bajarokê Marê, li hember nuqteyeke çeteyên dagirker çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Heman rojê li Efrînê, li Çerxerêya Kawa çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de serçeteyek jî di nav de, 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha 2 seyare hatin rûxandin.
Roja 27’ê Hezîranê, li gundê Dabiqê ya girêdayî bajarokê Marê, li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.
Roja 29’ê Hezîranê, li derdora bajarokê Marê, li hember baregeheke çeteyên dagirker rêzeçalakiyên sekvanî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 5 çete hatin kuştin.
Roja 30’ê Hezîranê, li pêşiya gundê Kefer Kelbîn ya bajarê Azazê, di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin. Heman rojê li bajarokê Marê, di encama çalakiyeke sabotajê de seyareyek doçkabarkirî hat rûxandin.
Di wan çalakiyan de bi giştî 10 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.”