HELEBCE – Rêveberê bajarokê Biyar diyarkir ku ciwanek xelkê Helebce ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû binçavkirin û piştî saetekê hate berdan. Li gorî agahiyan pasdarên Îranê êşkence li wî ciwanî kirine û destê wî şikandine.
Ciwanek xelkê Helebce duh ji bo geştiyarê diçe gundê Hengermele ya ser bi bajarokê Biyare ya ser bi Hewramanê. Ciwan ji ber ku çend metre sînor derbaz dike, ji aliyê pasdarên Îranê ve tê binçavkirin. Pasdarên Îranê êşkence li ciwan dikin û piştî saetek êşkenceyê di berdin.
Rêveberê bajarokê Biyare ya ser bi Hewraman Hemîd Barim derbarê bûyerê de ji Rojnews re axivî. Hemîg got ku duh êvarê ciwanek xelkê Helebce ji bo geştiyarê diçe gundê Hengermele ya ser bi bajarokê biyare.
Hemîd dibêje; “Ji ber ku ciwan sînorê Başûr û Rojhilat derbaz dike, ji aliyê pasdarên Îranê ve tê binçavkirin. Piştî hate binçavkirin bi hewldana me û parêzvanên sînor yên Iraqê, ciwan tê berdan.”
Lê li gorî çavkaniyek ku nexwest navê xwe bêje, dema ku pasdar wî ciwan binçav dikin, êşkence lê kirine û destê wî şikandine.