NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û tê de nasnemeyên şehîdan Roj, Şoreş û Ebû Menar eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 şervanên QSD`ê li herêma Eyn Îsayê şehîd bûne û bi xwîna xwe nimûneyên qehremaniyê nivîsandine.
Di berdewana daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanê din ê QSD`ê, di dema hemleya rizgarkirina Reqayê de birîndar bûbû û şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de QSD’ê soza şopandina rêya şehîdan nû kir û got: “Em soz didin şehîd û malbatên wan ku rêya wan bişopînin, heta ku welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin.”
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Navê tevgerî: Roj
Nav û paşnav: Ehmed Star El-Selcan
Navê bav: Ebdulsetar
Navê dayikê: Heca
Cih û dîroka şehadetê: Depoyên Qezelî- Girê Spî, 01.07.2021
***
Navê tevgerî: Şoreş
Nav û paşnav: Mihemed Nor Ehmed El-Ebdulah
Navê bav: Ehmed
Navê dayikê: Ferha
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 01.07.2021
***
Navê tevgerî: Ebû Menar
Nav û paşnav: Xalid Hisên El-Kilî
Navê bav: Hisên
Navê dayikê: Nore
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 01.07.2021