QAMIŞLO – Tevgera Ciwanê Şoreşger (TCŞ) bi şiyara ‘’EMÊ BI CIWANTÎ ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ RÊXISTIN BIKIN, ŞOREŞA ÇANDÎ MISOGER BIKIN’’ ve kongreya xwe ya Sêyemîn li dardixe.
Endamên TCŞ’ ê li Qamişloyê bi daxuyaniyekî ve banga tevlêbûna kongreya ku 14’ê Tirmehê de pêk bê kir.
Daxuyanî bi tevahî wiha ye:
JI BO RAYA GIŞTÎ
Weke tê zanîn di demên dawî de, êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst li ser çiyayên Kurdistanê hene û bi awayek qirker, dixwaze armancên xwe yên qrêj pêk bîne. Li hember vê jî pêngavên ‘’Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê’’ ê gerîlayên azadiya Kurdistanê, kêlî bi kêlî destanên berxwedanê dinivîsîne. Di rewşên herî dijwar de, derberyên herî gran li dagirkeran didin.
Di pêvajoyeke bi vê rengî dijwar de û bi îradeya pêngava (Bazên Zagrosê, Cenga Xaburê). Me jî weke ‘’Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê’’, amadekariyên jibo 3. Kongreya xwe destpêkirye.
Armanca Kongreyê ye, weke Tevger di bin sîwana Neteweya Demokratîk de, Ku dînamîzma ciwanan esas digre û weke hêza pêşeng dibîne, xwe rêxistin bike. Ji bo rêxistin kirina şerê gelê şoreşgerî û pêşxistina polîtikaya vê de xwe bi hêz bike û ji şoreşa çandî re pêşengtî bike.
Avakirina jiyanek hevbeş û parastina axa azad, bi pêşengtiya ciwanan em ji tevahî gelên herêmê re teqez bikin û bi vê hişmendî û berpirsyartiyê bang li tevahî ciwanên Şoreşger, Welatparêz û bi Rûmet dikin; Roja 14 Tîrmeh 2021’an de bi hêz û îradeya ciwantî û di bin druşmeya: ‘’Emê bi ciwantî şerê gelê şoreşgerî rêxistin bikin, Şoreşa Çandî misoger bikin’’ Tevlê 3.Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Suriyê bibin.
Bijî Berxwedana Gerîlla
Bijî Şerê Gelê Şoreşgerî
Bijî Serok APO