STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dibin tecrîdek giran de ye, Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Di 23’ê Îlona 2020’an de, bi hinceta “Nexşerêya” Rêber Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Rêber Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021’an re, derket holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Rêber Ocalan.
Ji parêzerên Rêber Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.
25’ê ADARÊ HEVDÎTIN
Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Rêber Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Rêber Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.