STENBOL – Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê derbarê zextên li endamên wan tên kirin li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî diyar kir ku ew dixwazin dawî li zextên li ser ciwanan were anîn.
Endama Koordînasyonê Caziye Aygun a ku hatibû destgîrkirin jî diyar kir nimreyeke nenas telefonî wê kiriye û got, “Wexta telefonî min kirin, gotin kargoyeke te heye. Min got ez ne li malê me. Paşê xwestin werin ba min. Bi destegulek ku notek tê de bû hatin ba min. Gef li min xwarin. Ji ber xebatên min ê nav ciwanan ez tirsamdim. Sîxûrtî li min ferz kirin. Tevî ku min du caran nimreya xwe guherand jî dîsa telefonî mirin û gef li min xwarin. Duh li cihê ez lê rûniştibûm, bêyî tu hincetê nîşan bidin ez destgîr kirim. Ez ê giliyê wan bikim.”
Endama Koordînasyonê Emîne Nazli jî diyar kir hinekan telefonî wê kirine, gef li wê xwarine û sîxurtî li ser wê ferz kirine.
Endama Koordînasyonê Newroz Gulen jî da zanîn ku di hefteyekê de telefonî 6 hevalên hatiye kirin û li her deverê bi zext û şopandina polîsan re rûbirû dimînin û polîs li her derê diavêjin pêşiya wan. Gulen diyar kir ku polîs bi rêbazên gefxwarinê û lêferzkirina sîxûrtiyê dixwazin têkoşîn û îradeya ciwanan bişkînin û got: “Lê em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin û hesab ji qatilan bixwazin. Tu kes nikare bi destgîrkirin, girtin û lêferzkirina sîxûrtiyê me bitirsîne.”