MÊRDÎN – Serdegirtin serê vê sibehê hate kirin. Polîsan avêtin ser gelek malan, deriyên malan şikandin û eşya ji hev hatin belavkirin.
Li gorî agahiyan, serdegirtin ji ber lêpirsîneke li ser dema qedexeya derketina derve ya navbera salên 2015-2016’an hatiye kirin.
Navê çend ji kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Hayat Akdaş, Bîlmez Ari, Dayika Aştiyê Seyran Onuşdu û Şehrîban Demîr, Sedîka Îlhan. Hate ragihandin ku Şehrîban Demîr nû zarok aniye dinyayê.