QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo Jinên Ciwan pêngavek dan destpêkirin.
Pêngava ku di bin navê “Ji bo tola salan têk bibin dagirkeran” de hate destpêkirin Jinên Ciwan ên Qamişlo meşeke girseyî ve piştgirî danê.
Sedan Jinên Ciwan bi siloganên “JIN JIYAN AZADΔ û “BIJÎ SEROK APO” ve di kolanên Qamişlo de denge xwe berz kirin.
Me jî wek Ajansa Nûçe Ciwan nêrînên Jinên Ciwan girt.
Berdevka Jinên Ciwan ya herêma Cizîrê Ramay wiha got:
Me wek jinên ciwan Pêngava ku bi navê “Ji bo tola salan têk bibin dagirkeran” daye destpê kirin. Me ev meş ji bo vê li darxis. Em îro ji bo piştgiriya YJA-Starê dimeşin. Ji bo vê em dibêjin bimre îxanet!
Endama Jinên Ciwan Majda jî wiha got:
Di serî de em berxwedana li sere çiya silav dikin. Em li dijî qirkirina li ser civak û jinan pêk tê, wek jinên ciwan ên Qamişlo daketin qadan. Li ser jin û taybet jî jinên ciwan qetlîam û tecawiz tê ferz kirin. Em li dijî vê dimeşin. Di bin navê namus û her wekî din de kiryarên ku tên kirin re êdî bes e. Emê her tim wek jinên ciwan li dijî van kiryaran bêdeng neminin.