PARÎS – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN li banliyoya Grigny a paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan û ji bo bîranîna Fermandarê Ciwanan Şehîd Baran Mawa meşiyan.
Di şexsê Baran Mawa de ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Meş li ber Navenda Civaka Kurd bi dawî bû. Li vê derê daxuyaniyek hate dayin û ji bo pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ya Komalên Ciwan banga tevlîbûnê li ciwanan hate kirin.
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin qîrîn.