ATÎNA – Li Yewnanistanê, greva birçîbûnê ya bi dorvegerî ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin dewam dike. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jin ên Kurdistanê-Ewropa pêk tê û 5 rojan carekê bi dorvegerî tê lidarxistin.
Çalakiya greva birçîbûnê di roja 186’an de ye. Koma 37’an dora grevê da koma 38’an. Koma nû jî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” dest bi çalakiyê kir.