NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Li ser rewşa Tirkiyê her roj agahiyên xerab derdikevin. Ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve, agahî zêde dibin. Heger em li rewşa aboriyê binihêrin li erdê sekiniye. Yên ku qaşo welat bi rê ve dibin, şeşûbêş lê dixin, lê rewşa civakê xerab e. Bi taybetî ji sala 2015’an û vir ve aboriya li Tirkiyê ji hev de ketiye. Xelkê feqîr hê zêde feqîr bû, yê dewlemend hê bêtir dewlemend bû. Beriya bi çend rojan, bi hevalekî re axivîm û min li rewşa Tirkiyê pirsî. Ew kes dixebite û karmendekî dewletê ye. Her wiha pereyekî baş jî distîne. Lê dîsa jî gilî û gazincên wî hebûn. Wî digot, em nikarin xwe xwedî bikin. Min jî got heger tu di vî halî de bî, yên kar nakin çi dikin. Wî jî bersiv da û got, yên kar nakin xwe dikujin.
Li gorî raporekê ji roja AKP bûye desthilatdar û heya niha li Tirkiyê zêdetirî 6 hezar kesî ji ber nikarin debara xwe bikin, xwe kuştine. Nûçeyên bi vî rengî her roj derdikevin pêşiya me. Xwendekarên zanîngeh qedandine û bê kar mane, xwe dikujin. Stranbêjên ku nikarin karê xwe bikin, xwe dikujin. Yên întîhar nakin jî ji aliyê derûnî ve di rewşeke xerab de ne. Derûniya civakê serûbinî hev bûye. Lê li aliyê din rayedarên dewletê û derdorên wan di jiyaneke xweş de ne. Çavkaniyên sererd û binerd ji desthilatdariya faşîst re diçin. Ji gel re jî feqîrî û xizanî maye.
Rejîma ku Erdogan li Tirkiyê ava kiriye ya dizî û talanê ye. Peyayên Dewletê her cûrê derfetan li gorî dilê xwe bi kar tînin. Çiqas dizî û talan hebe, dikin. Îro em dibînin, ka bê lîrayê Tirk çawa ketiye. Bêkarî roj bi roj zêde dibe. Dikandar dikanên xwe digirin û deynên wan zêde dibin. Rejîma Erdogan ji bo ku xwe li ser piyan bihêle, her roj buhayê tiştan zêde dike. Ji ber vê yekê ye ku civak nema dikare debara xwe bike.
Ji serî heta dawî faşîzm li ser civakê heye. Kî diaxive nerazîbûna xwe tîne ziman. Ji karkeran heta cotkaran rewş wiha ye. Lê dîsa jî heman rejîm li ser piyan e. Ev yek bi saya serê qelsbûna civakê ye. Heger civak yekgirtî be û li cem hev be, ev rejîm nikare xwe li ser piyan bigire. Ji ber ku li pêşiya me rejîmeke têkçûyî û kevin heye. Her kesî dek û dolabên vê rejîma faşîst dîtine. Her kesî ev rejîma faşîst nas kiriye û derba xwe jê xwariye. Çi alîgir û çi dijber, her kes pê dizane. Rejîma dizî û talanê bi derewan û xapandinê xwe li ser piyan dihêle.
Ji aliyê siyasî ve jî heman rewş li ber çavan xuya dike. Jixwe, rewşa siyasî ev encam derxistiye holê. Rejîmeke ku li ser dijminatiya Kurdan siyasetê dimeşîne, heye. Rejîmeke ku bi çete û mafyayan re tevdigere, heye. Rejîmeke ku bi darbeyan dimeşe heye. Heger rewş bi vî rengî be, ne mumkin e ku ev rejîm gelekî li ser piyan bimîne. Ji ber ku siyaseta wê rojane ye. Siyaseteke demdirêj li pêşiya vê desthilatdariyê nemaye. Ne dikare were guhertin û ne jî dikare were nûkirin. Yekane çareserî têkçûna vê rejîmê ye. Divê Kurd ti hêviyê ji vê rejîmê nekin. Ew demên berê êdî çûn. Pêvajoyên hevdîtin û diyalogan qediyan. Bi taybetî jî Kurdan fêm kir ku ev dewlet dijminê wan e. Zêhniyeteke ku dijminatî pêre hebe, nikare bi te re bimeşe.
Hê jî li Tirkiyê Kurd û zimanê wan qedexe ne. Kurdek nikare li bajarê Tirkiyê bi rehetî bêje ez Kurd im. Tirkek nikare desthilatdariya faşîst rexne bike. Ev zilm li ser tevahiya civakê heye. Her roj Kurd tên girtin û binçavkirin. Her roj jinan tacîz dikin, dest werdidin wan û wan dikujin. Vê rejîmê li dijî her kesî şer ragihandiye. Ew dixwazin civakeke tirsonek û qelsbûyî ava bikin. Li dijî vê rejîmê, civakeke wêrek lazim e. Civakeke ku karibe yekser li dijî rejîmê rabe û netirse. Ti fêda tirsê tineye. Ev rejîma dizî û talanê wê bi destê kesên wêrek hilweşe.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA