NAVENDA NÛÇEYAN –
“EZ bang li hemî ciwan û jinên ciwan li kûrdistan û bi taybet li rojhilat dikim ku werin tevlî hereketa Apoyî bibin, azadî nas bikin û bigîhêjin asta xwe naskirinê . Bi naskirina tevgera Apoyî û fikrê Rêber Apo xwe nas bikin û xwe pêş bixin. Bi têkoşîn kirinê û bi vê rêbazê em bigehijîn azadî. Bila ev rêbaz bibê sozek ji bo hemûyan û bi taybet ji bo me ciwanan .
Bila malbatên me hemî bi fikir û ramanê serokatî bibin yek û li pişta hev bin. Li hemberî ew dijminî desetlatdar û dagirker ku her roj li ser me zilm dike; sekneke bi hêz, em li hemberî wî bisekinin. ji bo malbata min jî ev tişt derbasdare. Bila malbata min le wî tiştê nefikirin ku eger min bibînin bi wî tiştî kêf xweş bibin . Bila tiştê ku hûn bifikrin, naskirina hereketa Apoyî be û bi vî tiştî kêf xweş bibin. Bila tiştê ku pê kêf xweş bibin hereketa Apoyî kûrê we perwerde kirîye û mezin kiriye. Bila malbata min hertim dinav kar û xebat û têkoşînê de bin. Li kêleka zarokê xwe bin, eger em yêk car hevdû bibînin ev kêf xweşî û moralbûn nine. Kêf xweşî û morala herî mezin ewe ku ruhê me yek be. Kêlî bi kêlî bi hevre têkoşîn bikin.
Di rêya îdolojîya Rêber Apo de gav bavêjîn. Ne giringe ku em herdû li kuderê ne. Tû li kur têkoşîn bidî cûdahîya wî nine. Dinav gelde be, yan dinav komeke ciwan ya civakê be, her kes dikarê di cihê xwe de têkoşîn bike. Eger hezkirinêk we ji bo zarokê we û hevalan û gerîla hebe, di vî rêyêde têkoşîn bikin û di rêya Rêber Apo de gav bavêjin. Fikir û ramanê Serok Apo belav bikin, ciwanan rêxistin bikin û tevgera azadiyê pê bidin nas kirin û tevlî hereketa Apoyî bikin. Bila ciwan dinav sîstema qirêj derkevin û bêne nav hereketa azadî û têkoşîn bikin.
Girînge ku em vî têkoşînê bi pêş bixin. Şert nîne ku em hevdû bibînin. ji ber em li kur bin, ruhê me yeke, gelê kûrd yek ruhe. Soz û morala me ewe ku fikir û ramana Rêber Apo di xwe da ava bikin û belav bikin û xeyalên şehîdan pêk bînin. Nehêlin çeka şehîdan li erdê bimîne û em soz bidin ku hertim serê rêxistin û Serokatî hertim bilind bikin û li her derê mafê wan bidin.”