NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku feraseta ‘Em û Kurd bila bi hev re neyên dîtin, yan jî Kurd zêde sûdê jê wernegire’ li dijî tifaqa demokrasiyê jehr e; eger têkoşîneke rasteqîn a demokratîk wê were meşandin divê ev jehr ji holê bê rakirin û got, “Li Tirkiyeyê li nava Partiya Çep û CHP’ê hin kesên ji xwe re dibêje çepgir im, sosyalîst im, demokrat im dilê xwe bi vê jehrê dagirtî ye. Neteweperestî jehreke mezin e. Ev jehr sparteya bingehîn a faşîzmê ye, tifaqa wê ya xwezayî ye. Divê ji vê jehrê bê rizgarkirin. Ferasetên bi vî rengî li pêşiya tifaqeke berfireh a demokrasiyê asteng e. Ji ber vê yekê em bi girîngî van mijaran destnîşan dikin. Hêzên ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe eger li ser pîvanên hiqûq û edaletê li hev bicivin û têbikoşin wê ev desthilatdariya faşîst çend mehan jî nikaribe li ser piyan bimîne.”
Beşa duyemîn û dawî ya hevpeyvîna bi Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat re wiha ye:
‘FAŞÎZMA MÊTINGERIYA QIRKER HEBÛNA HDP’Ê WEKE XILASIYA XWE DIBÎNE’
Faşîzma AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên li ser HDP’ê zêde kiriye. Bi dirûşmên lînckirinê bi ser hêwana dadgehê de digirin ku HDP’yî lê tê darizandin, li Izmîrê çetekî êrîş bire ser avahiya HDP’ê ya Izmîrê û endama HDP’ê Deniz Poyraz hate kuştin. Têkilî êrîşên giran ên li ser HDP’ê fikra te çiye?
Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku li ser piyan bimîne şerekî giştî dike. Êrîşên li ser HDP’ê parçyek ji vî şerê giştî ye. Halê hazir desthilata faşîst a AKP-MHP’ê pir qesl bûye û ti deteka wê ya civakî nemaye. Bênîqaş e ku her roja diçe bêhtir dihele. Di siyaseta derve de asê maye û nema dikare bilive. Siyaseta hevsengê ku ev çend sal in di navbeyna DYE-Rûsyayê de dimeşîne xitimiye. Teslîmî DYE, NATO’yê bûye. Ji bo ku li desthilatê bimîne hatiye ber rewşa ku her tawîzî bide. Lê çi tawîzê bide hêzên derve jî desteka ku dixwaze bi dest nakeve. An jî desteka ku didinê nikare wê li ser piyan bihêle. Ji ber vê, faşîzm ji bo ku li ser piyan bimîne şer, zext û tundiyê weke tekane rê dibîne. Dixwaze civakê, hêzên demokraasiyê bi tundiyê çavtirsandî bike, kontrol bike. Li Tirkiyê bi maneya rastîn muxalefeta demokratîk dike HDP ye. Desthilata faşîst ji bo ku hebûna HDP’ê weke xilasiya xwe dibîne êrîşeke giran tîne. Ji ber vê tirsê êrîşê bi ser HDP’ê de tînin. Dema ku fikra HDP’ê li nav civaka Tirkiyê belav bibe û were qebûkirin zemîna ku faşîzm jê dixwe û li ser mezin dibe wê ji holê rabe. Ji ber vê êrîş li ser wan hemû nirxan HDP’ê heye ku HDP wan diparêze. HDP bi hişmendiya neteweya demokratîk yekîtiya demokratîk a gelan diparêze. Civakeke bi azadîxwaziya jinê diparêze. Bi dostanî nêzîkatî li sirûştê dike. Hiqûq, adalet, wekheviyê diparêze. Komara demokratîk a xwerêveberiyê diparêze. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dijminê van hemû nirxan e ku HDP wan diparêze., bi her rê û rêbazî êrîşê tîne.
‘KUJERÊ DENÎZ POYRAZ DESTHILATA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê YE’
Heke HDP bibe hevkarê rêveberiya Tirkiyê, Tirkiyê rê ve bibe meseleya Kurdan, Elewiyan, jinan, ya sirûşt-hawîrdorê li ser hîmê demokratîk wê çareser bibe. Hişmendiya faşîst a AKP-MHP’ê pê dizane ku li nav Tirkiyeyeke demokratîk wê nikaribe hebe. Ji ber vê naxwaze ku meseleyên Tirkiyê çareser bibe, naxwaze ku Tirkiye demokratîk bibe. Ji ber ku ji şer û kaosê dixwe, dixwaze HDP’ê, hêzên demokrasiyê çavtirsandî bike, bêkêr bike. Êrîşa li ser Deniz Poyraz jî bi vê armancê ye. Heta niha xwestine ku gelek rêveberên HDP’ê bikujin. Ango bi komkujiyeke mezin xwestin ku HDP’ê bêdeng bikin, hêzên demokrasiyê çavtirsandî bikni. Danîna planeke wiha bêgavî û qelsiya faşîzma AKP-MHP’ê nîşan dide. Kujerê Deniz Poyraz desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ye. Tetîkêş çeteyekî lîderê mezin ê çeteyan ê Suleyman Soylu ye. Bi komkujiyên wiha dixwazin HDP’ê bînin rewşeke wiha ku nikaribe têbikoşe. Lê nikarin vê bikin. Ne êrîş ne jî girtina HDP’ê encama ku ew dixwazin nayîne. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li ber van êrîşên faşîzmê vîna xwe qeyimtir kirine. Hêzên demokratîk ên şoreşger ku li bara êrîşan xwe netewandine, li ser piyan mane her demê nêzî serkeftinê bûne. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ji niha û pê de wê mezintir bibe. Dikarin HDP’ê bigirin lê nikarin paradîgmaya HDP’ê, bandora wê ya civakî û siyasî ji holê rakin. Fikra HDP’ê li nav civakê meyiyaye. HDP êrî hêzên demokrasiyê ne ku li Tirkiyê ber xwe didin. Roj çawa her sibe dihile, HDP jî wê weke rojê bihile, civakê ronî bike û bi vî bingehî berxwedaniya xwe geş bike. Di qedera HDP’ê de heye ku Tirkiyê rê ve bibe, bibe hevparê rêveberiya Tirkiyê. Faşîzma AKP-MHP’ê wê nikaribe vê qederê biguherîne.
Faşîzma AKP-MHP’ê pir qels bûye. Divê mirov li êrîşên wan nenere û wan xurt nebîne. Jixwe tundiya êrîşên wan nîşan dide bê ka çendî qels in. Dişibe kwîtîna wan kesên ku dema di ber goristanê ditirsin. Ji bo ku qels e, ji bo ku rewatiya wan li nav civakê nemaye êrîş tînin. Klîkeke mafya-çete ketiye şûna dewletê. Ji vî alî ve ti rewatiya wê ya civakî nemaye. Heke topiskeke xurt li wan bikeve, bi deh hezaran, sed hezaran mirov derkevin meydanan wê hilweşin. Ev desthilata ku bûye mafya, çete, ji serî heta binî ketiye nav gendelî, dizî, desteserkirin, tecawiz, komkujiî, sûc, bêyî desteta civakî, li bara berxwedana civakî nikare xwe bigire. Klîka desthilata faşîst Tirkiye kiriye welatekî ku hemû sûc, her cure neqencî û gemarî lê tê kirin. Bi kurtasî li ber vê desthilata faşîst ku ketî pêvajoya hilweşînê, ya ku li ber xwe dide, têkoşîna demokratîk bi rengekî karîger dike tenê HDP ye. Berxwedana HDP’ê hemû çewisandiyan, gelan û dilxwazên demokrasiyê wêrek dike. Ji ber vê sedemê dixwazin ku tasfiye bikin.
‘CIVAKA TIRKIYEYÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIXWAZE TIFAQA BERFIREH A DEMOKRASIYÊ WERE AVAKIRIN’
Bi kuştina Deniz Poyraz re li nav civaka Kurd helwesteke girîng derkete holê. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê jî li ser kuştina Deniz Poyraz heta bi astekê helwest nîşan dan. Di pêvajoyeke wiha de ku êrîşa giştî tê ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, giringiya berfirebûna tifaqa demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHP çiye?
Li Tirkiyê rêça têkoşîna demokratîk pir xurt e. Dîroka têkoşîna demokrasiyê hevtemenê dîroka komarê ye. Ji bo demokrasî û azadiyan kêm berdêl nehate dayin. Her wiha Tirkiye xwedî avaniyeke sosyal a pir çandî ye. Îdeolojiyên yekreng, nîjatperest, milliyetgir, ev polîtîka li ser gel ku bombardimana şerê taybet-psîkolojîk a li ser civakê jî bi hêsanî nayê qebûlkirin. Hişmendiya Îttîhat-Terakkî ku bi sedan sal in Tirkiyê bi qirkirin û komkujiyan rê ve dibe jî li nav civakê nekarîn daxwazên ji bo azadî, demokrasî û adaletê û têkoşîna demokrasiyê tine bikin. Nekarîn bêrîkirina li jiyana wekhev, azad û demokratîk a gelan tine bikin. Desthilata faşîst a qirker a AKP-MHP’ê ku berdewama hişmendiya Îttîhat Terakkî ye û nûneriya wê ya herî hovane jî dike, nikare bi hêsanî vê rastiya civakî biguherîne, tine bike. Gelê Kurd jî, gelên Tirkiyê jî, hêzên demokrasiyê li dijî her cure êrîşên faşîst bi dehan sal in li ber xwe didin. Encamên girîng jî bi dest ve tên lê encamên ku têne xwestin bi dest nakevin. Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk nayê avakirin. Ji ber ku her hêz li bereya xwe, li nav sînorên ku xêz kirî li ber xwe dide. Dînamîk-navendên berxwedanê nikarin werin cem hev û xeteke hevpar a têkoşînê ava bikin. Dema ku wiha dibe jî sînerjiyeke xurt dernakeve holê, asta têkoşînê ya berdst nikare bibe xwedî wê hêza ku faşîzmê dihejije, hilweşîne. Gelên Kurdistanê û Tirkiyê, hêzên demokrasiyê û jinan bi rengekî xurt li Deniz Poyraz xwedî derketin. Ên ku derketin derve û bi milyonan mirovên ku derneketin bi yek dengî gotin, ’em hemû Deniz in, hem hemû HDP ne”. Ev her wiha peyama tifaqa demokratîk li hêzên demokrasiyê yên civakê bû. Dîwarê ku mêtingeriya qirker di navbeyna gelê Kurd û gelên Tirkiyê de û hêzên demokrasiyê de danî bi asteke girîng hatiye hilweşandin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsa Kurd ev geşedaneke girîng e. Me careke dî dît ku civaka Tirkiyê li gel gelê Kurd li dijî faşîzmê dixwaze tifaqa demokrasiyê ya befireh were avakirin. Hêzên ku têkoşîna demokrasiyê didin vê dixwazin. Bi xwedîderketina li Deniz Poyraz û HDP’ê ev danî holê. Hemû hêzên ku têkoşîna demokratîk didin, divê bersivê pozîtîf bidin van bangên civakê. Ji bo faşîzma ku qels bûye, dihilhile hilweşe tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh were avakirin û pêşengî li berxwedana civakî were kirin.
Desthilata faşîst Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe ber bi hilweşandinê ve dibe; nirxên civakî yên Tirkiyê, çanda jiyana hevpar a demokratîk a gelan û dîroka wê tine dike. Gelan li hev dikedijmin. Dixwaze hemû derdorên demokratîk ên berxwedêr tasfiye bike û ji ber vê jî, bêyî ku guh bide ti rêgezî, her cure paşverûtiyê die pişt xwe û êrîşê tîne. Bi êrîşan dixwaze hêzên demokrasiyê tine bike, desthilata xwe li ser piyan bihêle. Dibêje, heke bikaribin HDP’ê tasfiye bikin wê bikaribin tevahiya muxalefetê bi rehetî tasfiye bikin. Êrîş her çendî li ser HDP’ê jî bin êrîşeke giran tînin ser muxalefeta nv pergalê jî. Faşîzm li halê hazir ji ber ku pir qels e nerazîbûneke basît jî weke gefekê dibîne. Ewlehiya jiyanî ya kesî nîne her wiha Tirkiye ber bi hilweşîneke mezin ve diçe. Civakê ji aliyekî li hev sor dikin, bi vê desthilatê civaka ji dahatuya xwe ne ewle ye . Ji vî alî ve hee hêzên demokrasiyê li dijî faşîzmê werin cem hev û xwe bikin yek, têkoşîna hevpar bidin bi teqezî wê bi ser bikevin. Faşîzm her çendî paşverûtiya navxwe û derve dabe pişt xwe jî, rêza berxwedana civakî ya sedsalî ya hêzên demokrasiyê, tevgerke civakî ya tevgeriyayî dikare vê faşîzmê bi erdê re bike yek.
‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ MIROV LI BER XWE BIDE’
Baş e, li gel ku pir eşkere ye ku tifaqa demokrasiyê pir bi lezgînî hewce ye jî bi we li pêşiya wê çi astengî hene?
Tekane rêya xilasbûna ji faşîzmê ew e ku hêzên demokratîk ên dijî faşîzmê werin cem hev û têbikoşin. Heke mirov hesabên basîd ên berjewendiyê neke avakirina tifaqa demokrasiyê ne zor e. Heke wê behsa astengekê were kirin ya ku vê astengê çêdike hêzên demokrasiyê bi xwe ne. Hişmendiyên ne berfireh astenga herî mezin e. Yek ji astenga mezin a li ber tifaqa demokrasiyê hesabên basît ên berjewendiyê ne. Sedema dî jî pêşdarên îdeolojîk ên bêaso ne. Hîsteriyên milliyetgir, berjewendiyên berteng ên partî, desthilatdarî û milkparêziyê ne. Hişmendiya bila kêm be ya min be, em li dijî faşîzmê têbikoşin lê em zêde bi Kurdan re xuya nekin, an jî bila Kurd pir jê sûd wernegirin, geşbûna tifaqa demokrasiyêj jehr dide. Geşkirina tifaqeke berfireh a demokrasiyê û rêgeza têkbirina faşîzmê xilasbûna ji vê jehrîbûna dil û rihî ye. Kesên ku guh nadin daxwaza azadî û demokrasiyê ya Kurdan û xwe ji Kurdan vedidin, kesên bi vê hîs û fikrê dilê wan jehrkirî ye. Heke wê têkoşîneke rastî ya demokrasiyê bidin divê pêşî ji vê jehrê xwe xilas bikin. Li Tirkiyê Partiya Çepgir û derdoreke li nav CHP’ê ji xwe re dibêje çepgir, sosyalîst, demokrat lê ji vî alî ve dilê wan jehrkirî ye. Milliyetgirî jehreke giran e. Ev jehr bingehê sereke yê faşîzmê, tifaqa wê ya sirûştî ye. Bi lezgînî divê mirov ji vê xilas bike. Hêzeke ku ji xwe re çepgir, sosyalîst dibêje nikare bi pêşdarazên milliyetgir tevbigere. Li ber tifaqeke berfireh a demoksiyê ev hişmendî asteng e. Ji ber vê bi girîng em li ser vê disekinin. Hewceyî bi zêde tiştekî jî nîne. Hêzên ku dixwazin Tirkiyê demokratîk bikin heke bikaribin li ser rêgezên demokrasî, hiqûq, adaletê werin cem hev û têkoşin ev desthilata faşîst nikare çend mehan jî li ser piyan bimîne. CHP ya ku ti têkoşîna civakî nade û dibêje ev desthilat wê bi hilbijartinê were hilweşandin civakê bi rengekî mezin dixwaze bixapîne. Bêyî têkoşîna civakî sindoq nayê danîn. Li Tirkiyê ji bo hilbijartineke demokratîk jî hewceyî bi têkoşîna civakî heye. Li gel ku ev li ber çavan e jî bi sindoqê xapandina civakê, tê maneya ku têkoşîna civakî paş ve were xistin, têkoşîna demokratîk û çalakgerî were bêmanekirin û desteka li faşîzmê û domandina wê. CHP û yên bi hişmendiya CHP’ê xirabiya herî mezin li civaka Tirkiyê û dahatuya azad û demokratîk a Tirkiyê dikin. Ev hişmendiya CHP’ê ku tênekoşînê ferz dike heta bi rêjeyekê muxalefet jî daye ber xwe. Hin derdor destekê didin vê hişmendiya CHP’ê ya ku ziyaneke mezin dide têkoşîna demokrasiyê û divê demildest were mehkûmkirin. Ev hişmendiya CHP’ê ku heta bi astekê bandorê li ser muxalefeta demokratîk jî dike yek ji astenga herî mezin a li ber tifaqa demokratîk e . Tu Xwedê navê helwesta civakî ya dijî faşîzmê çawa dibe provkasyon. Ev aqilekî çilo ye. Faşîzm bi têkoşîna civakî tê hilweşandin. Êdî zaroyên deh salî jî bi vê rastiyê zanin. Dema ku mirov ji helwesta civakî re provakasyon bibêje ev tê maneya ku mirov destekê bide faşîzmê. Ti maneyeke vê ya dî nîne. Peywireke acîl e ku mirov tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh ava bike, ku hemû derdorên dijî faşîzmê vehewîne nav. Çi kesê ku li bara civaka Tirkiyê, dahatuya demokratîk û azad a Tirkiyê xwe berpirs dibîne divê li nav tifaqa demokrasiyê bêne cem hev, li dijî faşîzmê hêza xwe bikin yek û têkoşîna civakî bikin. Heke ev bibe faşîzm wê hilweşe, pêî li Tirkiyeya dmeokratîk vebe.
‘TÊKOŞÎNA HEVPAR A JINAN HEMÛ CIVAKÊ DIKARE RAKE SER PIYAN’
Hûn dixwazin bangeke çawa li wan jinan bikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têdikoşin?
Faşîzma AKP-MHP’ê dijminê jinan e. Polîtikaya qirkirina jinê dike, her cure êrîşê tîne ser jinan û dixwaze destkeftiyên jinan ku bi têkoşîneke mezin bi dest xistine tine bike. Ev faşîzm ji bo ku jinan weke hêza mezin a demokrasiyê dibîne, şerê herî mezin û berfireh dibe ser jinê. Li Kurdistanê û Tirkiyê têkoşîna herî mezin û karîger li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jin dikin, tevgerên jinan dikin. Têkoşîna jinan têkoşîna civakî domdar dike. Jin bi têkoşîna xwe li nav civakê hêvî, wêrekî û têkoşînê geş dikin. Halê hair tevgerên jinan ên Kurdistanê û Tirkiyê pêkhateya sereke ya hêzên demokrasiyê, hêza herî aktîf e. Têkoşîna jinan bandore li ser hemû derdorên jinan dike, wan bîrewer dike û têkoşer dike. Têkoşîna jinan vê desthilata faşîst ji bin ve dihejîne. Ji ber vê sedemê ev desthilata faşîst êrîşa hov tîne ser tevgerên jinên Kurdistanê û Tirkiyê. Tevgera jinê heta niha li bara êrîşên faşîst pir saxlem sekinî. Jinan serê xwe netewand û natewînin. Her roj li kuçeyan in û serî hildidin. Lê divê mirov vê têkoşînê bêhtir bi pêş ve bibe. Tevgera jinan a Kurdistanê û Tirkiyê divê hêza xwe bikin yek, eniya têkoşîna hevpar geş bikni. Divê bikaribin xwe bigihînin jinên ji hemû derdoran, xwe bigihînin jinên ji hemû derdoran, li dijî hişmendî û pergala mêr, faşîzmê wan bikişînin nav têkoşînê. Piştevaniya tevgerên jinan ên Kurdistanê û Tirkiyê ên li ser betalkirina Peyman Senbolê û bi hovîtî qetilkirina Deniz Poyraz, heke hişmendiya têkoşîna hevpar bikin hişmendiya têkoşîna giştî û domdar bikin dikarin rê li ber geşedanên mezin vekin. Hem wê bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin hem jî di guherîna Tirkiyê de bibin hêza sereke. Jin jixwe bi têkoşîna xwe koka faşîzmê disotînin. Têkoşîna yekbûyî ya jinan wê hemû jinan rake ser piyan û dawiya faşîzma ku dihejije bîne.