NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan, dagirkeran bi dema herêmê saet di 10:00 de bombe li gundê Hermela û Dada Ebdal barandin.
Hate ragihandin ku bombardûman ji gundê Dawûdiyê yê dagirkirî hatiye kirin.
Ji ber vê êrişê xisar li gelek malan bû. Agahiyên berfireh ên li ser êrişê nehate bidestxistin.