BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
8’ê Tîrmehê saet di 18:30’î li rêzeçiyayê Cîlo ya Biçûk hêzên me li dijî dagirkeran ji 3 baskan ve çalakiyeke koordîneyî li dar xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê li çeperên dagirkeran xistin. Di encamê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî ji nêz ve li 2 çeperan xist. Di vê lêdanê de jî 2 kozik hatin rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin. Her wiha bi çekên ferdî li sîstema kamera ya mobesse û dagirkerên li dora kozikan hate xistin. Di encamê de sîstema kamera ya mobesse hate rûxandin. Baskê sêyemîn a çalakiyê jî li 2 sîstemên kamera yên mobesse xist û îmha kir.
Ev çalakiya serketî ku bi rêbaza gerîlayê serdema nû hate lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdên nemir ên Berxwedana Zindanan a 14’ê Tîrmehê pêk hat û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û 3 sîstemên kamera yên mobesse hatin rûxandin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;
8’ê Tîrmehê saet di 18:00’an de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dijwar bi rêbaza sûîqestê çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin dagirkerek hate cezakirin.
8’ê Tîrmehê saet di 17:40’î de li dijî dagirkerên li ser girên Şehîd Dijwar û Şehîd Întîkam bi çekên giran çalakî hate lidarxistin.
8’ê Tîrmehê saet di 17:20’î de li herêma Xakûrkê qada Goşînê bi balafirên şer hate bombekirin.
Di vê êrişê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”