QAMIŞLO – Li Qamişloyê di pêşengtiya Jinên Ciwan de di bin slogana “Ji tundiya li ser jinê re na” de li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûrî turnovaya jinan a Fotbolê hate vekirin. Turnove li stada şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişlo hate vekirin.
Bi deqeyek rêzgirtin maçan destpê kirin. Pişt re li ser navê desteya ciwan û werzîşê û yekîtiya werzîşê axavtin hatin kirin.
Maça yekem di navbera Tîmên Tarîq û Qendîl de pêk hat. Dawiya maçê 1-1 wekhev bû.
Dê sibê maça duyem di navbera Vedeng û Asayîş li stada Heysen Keço de bê lîstin.