NAVENDA NÛÇEYAN – Yek ji Fermandarê HPG’ê Mervan Ûlaş li ser 14’ê Tîrmehê ji Radyoya Dengê Welat re axivî û ev nirxandin kir:
“Di serî de ji guhdarvanan re, hevalên di zîndanan de û di tûnelên serkeftinê de ber xwe didin silav dikim, hurmetê xwe ji wan re dişînim û vê berxwedana wan silav dikim.
‘14’Ê TÎRMEHÊ JI BO ME BAWERÎ YE’
14’ê Tîrmehê cihekê xwe yê girîng di dîroka me de heye. Girîngiya vê ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Di roja me ya îro de şerekî bê nefes tê meşandin, li her qadê. Li zîndanan, li serê çiyan, li Ewropa û li gelek deverên din berxwedaneke li dijî vê zilm û zordariyê tê kirin, heye. Ev xwdî girîngiyeke pir zêdetir ye û zêdetir bi wate dibe. 14’ê Tîrmehê ji bo me bawerî ye. Ruxmê ku derfetên wê demê tê zanîn baweriya wan heye ku wê ev tevger rojekê tola wan erdê nehêle û hêviyê wan bigihijîne serkeftinê. Di şert û zirûfên tinebûyînê de ku ti tiştek nemaye, êdî pelek jî naleqe bi baweriyeke mezin, bi hêviyeke mezin dizanin ku ev tevger wê hêviyên azadiyê bibe serî. Bi vê çalakiya 14’ê Tîrmehê hêviyeke mezin çêdibe. Ya dîtir; ruhê têkoşînê ye, ruhekî serkeftinê ye. Di wan şert û zirûfan de ku li derveyî teslîmbûnê rê tineye, lê bi wê berxwedanê nîşandan ku rêyeke din heye. Bi vî awayî rêya serkeftinê dan nîşandan. Dan nîşandan ku mirov bi berxwedanê dikare bigihêje her serkeftinê, şert û zirûf çi dibin bila bibin. Çiqas tarîtî hebe bila hebe, lê mirov dikare her tarîtî biqetîne û mirov dikare di her tarîtiyê de serkeftinê ava bike. 14’ê Tîrmehê ev nîşanî me da.
‘RUHÊ BERXWDAN Û SERKEFTINÊ’
Di roja me ya îro de jî ev hevalên me yên li serê çiyan , di van tûnelan de, di wan tarîtiya zîndanan de û di nav wan çar dîwaran de tiştê tê kirin, li ser bingehê ruhê berxwedanê û serkeftinê ye. Baweriya me heye ku ev ruhê serkeftinê di şexsê Kemalan de ku Serokatî dibêje; ‘ruhê min ê veşartî ye’, di şexsê Xeyriyan, Akîfan û Aliyan de rêya serkeftinê ji me re vekiri ye. Vê di rojê me yê îro de, li van tûnelên şer, di nava tarîtiya zîndanan de dîsa û dîsa bi dehan caran rêya serkeftinê nîşanî me bide ku heta em bigihêjin serkeftinê. Ji bo vê yekê 14’ê Tîrmehê di roja me ya îro de jî wateyeke xwe ya girîng heye.
‘RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ DI ÇAVÊ HER HEVRÊ Û TERZÊ TEVGERÊ YA GERÎLA DE DIBÎNE’
Dîsa di roja me ya îro de êrîşên bi alîkariya dewletên navnetewî û alîkarê van ê heremî êrîşên xedar, êrîşên psîkolojîk, ên leşkerî û êrîşên şerê taybet li ser me dimeşînin. Lê mirov di her alî de ruhê 14’ê Tîrmehê jî di çavên her hevalî/ê de û di her terzê tevegera gerîla de dibîne. Dîsa di her mirovê me yê li zindanê û di berxwedaniya wan de mirov dibîne. Ev jî kêfxweşiyeke mezin dide mirov û dihêle ku her biçe baweriya mirov zêde be û gavên serkeftinê baştir û bi hêztir bavêje. Ji bo 14’ê Tîrmehê mirov çi bêje kêm e. Bi vê minasebetê em bejna xwe li hember wan şehîdên mezin ên 14’ê Tîrmehê ditewînin.”
‘GAVA BIÇÛK MEZIN FERQ NAKE, HÊVIYA SERKETINÊ YE’
Çalakiyên zîndanan girîng in, bêguman ê her qadê girîng in, ji ber ku di dema şoreşê de mezin biçûk ferq nake. Di vê şoreşê de her berxwedanek cihê xwe yê girîng heye. Çima? Ji ber ku dijmin dixwaze li her derê berxwedanê bitemirîne. Bi şerekî derûnî bêbawerî çêdike. Yanê kevir avêtin, dirûşim qîr kirin, grevên birçîbûnê û ji aliyê gerîla ve pêngavên nû, vana hemû tên wateya nûnertiyê, tê wateya ‘em alîgirê berxwedanê ne, em alîgirê serkeftinê ne û em ê serbikevin’. Ji ber vê yekê her gava biçûk û mezin bê ferq e û wateya xwe heye. Yanî hêviya serkeftinê ye, baweriya serkeftinê ye. Wexta ku Hz. Îbrahîm tê şewitandin wê demê morî jî avê dixe devê xwe û ji bo agir bitemirîne dikeve rê. Ewên derdor dibînin û pirs dikin, dibêjin; ‘tu yê bi vê avê çawa wî agirî bitefînî?’ ew jî dibêje; ‘meqsedê min agir temirandin nîne, bila herkes aliyê min bizane’. Yanê ya girîng jî ev e, aliyê me aliyê serkeftinê ye, ev ji bo mirov diyar bike berxwedanekî, meşekî girîng e.
‘BERXWEDÊRÊN ZINDANAN, XET, BARÊ ME Û BERXWEDANA ME DIYAR DIKE; AZADIYA SEROK APO ARMANCEKÎ MEZIN E, PÎROZ E’
Tenê her tişt li benda gerîla hiştin û jê hêvî kirin têrê nake. Ne di vî demî de, ne jî ti demên din têrê nake. Kî li kûderê be pêwîst e ji aliyê xwe ve kevirek be jî bavêje. Yan jî dilopek av bibe û berde ser vî agirî. Herî kêm aliyê xwe diyar bike. Ji ber vê berxwedana zîndanan girîng e. Yanî zîndan rolekî xwe her tim di vê têkoşînê de heye. Aliyê şerê me yê dîtir e, dikare bibe motor. Karê ku li wir dikin alîkariyeke mezin dide me. Ji ber ku dibe moral û motîvasyoneke pir mezin. Xeta me, berê me, berxwedanê me diyar dikin. Baweriya me bi serkeftinê xurtir dikin. Hêza me derdixe holê. Ji bo vê tiştê ku danîne pêşiya xwe armanceke mezin e. Azadiya Serok Apo armanceke pir mezin e, pir pîroz e û wateya xwe pir girîng e.
Mînak, gelek heval hene ruxmê derketina wan hatiye, wê derkevin, mesela 30 sal razan e, em dizanin û êdî pêwîste bêne berdan, lê ketina greva birçîbûnê dibe sedem ku ji aliyê dewletê ve cezayê dîsîplînê bidin wan û 6 salên din ceza bixwin. Ruxmê vê 6 sala digre ber çavan dikeve greva birçîbûnê. Eva tişteke pîroz e, tişteke ne şexsî ye û fedayîtîiyê dide nîşandan. Yanî fedayîtiya ji bo Serok Apo dide nîşandan. Mirov bi vî çavî lê dinêre. Ev tiştekî ne hindik e. Dibêjin; ‘bê Serok Apo ez derkevim derve, ez azad nabim’. Azadiya rast ne ew e ku mirov derkeve derve. Azadiya rast ew e ku mirov bi Serok Apo re bijî. Bi vî fikrî re jiyîn, bi vê paradîgmayê re jiyan bike. Mirov vê dibîne ku hevalan pir kûr fêm kirine. Ji ber vê 3 roj an jî 5 roj greva birçîbûnê tercîh dike ku 6 salên wî were şewitandin. Ji ber vê lazim e mirov bi dehan caran hurmetê xwe li hember wan hevalan raber bike. Wana xeta xwe diyar dikin, yanî dibêjin; ‘serkeftin jî azadî jî xeta Serok Apo de ye û em pey wî ne. 30 salan em man, em ê 6 salên din, 30 salên din jî bimînin.’ Ev îradeyeke pir girîng e. Ev xeta Serok Apo ye, baweriya pê re ye, hêviya pê re ye û baweriya serkeftina vê xetê ye. Ji ber vê bi dehan caran girîngiya vê berxwedanê heye. Herî kêm li ser me, li ser tevgerê û li ser wan hevalan bi xwe jî moraleke girîng ava dike. Dijmin dixwaze wan hevalên di zîndanan de ji xeta Serok Apo dûr bixe û azadiyê wek derketina derve nîşan bide. Li hember vê jî ev berxwedan qîmeteke xwe ya pir mezin heye. Ev berxwedan ji me re dibêje ku azadiya zîhnî ji ya fîzîkî girîngtir e. Azadiya fîzîkî çi eleqeya xwe bi azadiya eslî ya heqîqî ve nîne. Ev felsefeyeke pir girîng e. Ji ber vê gelekî pîroz û watedar e.
‘SEKNA MEHMET EMÎN OZKAN SEKNEKÎ PÎROZ E’
Dewleteke zilmkar e û bê exlaq e. Mafekî herî mirovî jî wek amûrekî zilmê li hember hevalê me bikartîne. Her derfetekê dixe amûrekê êşkencê. Dibêje ku belkî bi zilm û êşkence dikarim van kesan ji doza wan vegerînim. Mehmet Emîn Ozkan jî çi dibe bila bibe ne muhtacê wan e û ne jî xwe tîne muhtaciyeke wisa. Ji xwe eger dewleteke exlaq pêre hebe mirovekî ku nikare bimeşe kelepçe li destan naxe. Yanî ev peyamek e û dibêjin ku; ‘em ê we biperçiqînin, hûn ê li hemberî me çong deynin. Em ê bi dek û dolaban, bi hîleyan an jî bi zilm û zordariyê çong bi we bidin danîn.’ Sekna hevalê Mehmet Emîn Ozkan tevî ku nikare bimeşe xwe muhtacê wan nake. Dibêje ku; ‘ez çong danaynim.’ Ji vê pîroztir berxwedan nîne. Em silavê xwe jî li vir ji hevalê Mehmet re dişînin û em bawer dikin ev sekin ti car li zîndanan nakeve xarê. Dewleta dagirker ti carî nikare kesekî xwedî rûmet bike muhtacê xwe. Gelê Kurd ji avê û xwarinê zêdetir pêwîstiyê xwe bi azadiyê heye. Gelê Kurd tenê xwestekeke xwe heye ew jî bi Serokê xwe re azad jiyankirin e.
‘HEVALÊN ZINDANAN LI GEL ME NE, WÊ TIM DI BÎRA ME DE BIN’
Hevalên me yên di zîndana de pêwîst e bizanin ku em tim wan difikirin, mejiyê me tim li ser wan e, tendurîstiya wan mereq dikin. Qederek heval derketin me dîtin hinek heval nêzîkî 20-30 salan di zîndanê de mabûn. Hinek heval jî hatin çiya, me ew dîtin. Bi rastî em pir kêfxweş bûn. Lê mixabin derfetê hevdu dîtinê zêde nîne. Îsal şerekî giran heye û ji ber vê hinek derfetê hevdu dîtinê kêmin. Lê notê me gihiştin hevdu. Me rewşa hevalan yek û yek pirs kir. Bi vî rengî hinek agahiyên me ji hevalan çêbû. Bila heval bizanibin her hevalê ku derdikeve tê û nameyên hevalan ê ku tên em pir kêfxweş dike. Em tim wana bi bîr tînin. Carna name jî dişînin, em carna hevalan jî teşwîq dikin ku binivîsinin. Dibe ku em kêm jî dinivisînin, lê derfet nînin. Şerekî giran tê kirin, fikirandineke zêde dixwaze. Belkî her heval nikaribe lê çawa derfet dibînin dişînin. Di her berxwedaniyê de em hevalan dişopînin. Yanî cihê hevalan tim li cem me heye û bi me re ne. Berhemê hevalan carna yê baş jî tên wek nivisandina pirtûkan û bîranînan. Dikarin milê taktîkî de jî carna lêhûrbûnê xwe bişînin. Hevalên nû tên girtin hene, dizanin li derve rewş bi çi awayî ye. Em li vir silavên xwe ji tevahî hevalan re dişînin û hemû hevalan hembêz dikin.”