NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildanê yên Gulnaz Ege yên KBDH’ê ragihandin ku li sê bajaran gelek wesayit şewitandine.
KBDH’ê diyar kir ku 8’ê Tîrmehê li navçeya Osmancik a Çorûmê, maleke faşîstan û 3 wesayitên luks ên faşîstên Ocaxên Osmanî şewitandine.
Di heman daxuyaniyê de hate gotin, “9’ê Tîrmehê li Stenbol-Sîlîvriyê TIR ên şîrketa kargo ya Aras a ser bi rejîma faşîst a AKP’ê, tevî alavên tê de ji aliyê milîsên me ve bi çalakiyeke teknîkî hatin şewitandin û bi milyaran lîreyê Tirk zerar li şîrketa kargoyê bû.”
10’ê Tîrmehê li navçeya Mûratli ya Tekîrdagê maleke endamên Ocaxên Nijadperest ên MHP’î û 6 wesayitên faşîstên tecawizkar ji aliyê milîsên KBDH’ê ve hatin şewitandin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Tola gelê me û her hevrêyên me yên hatine şehîdkirin wê qat bi qat ji faşîstên tecawizkar bê hilanîn.”