QELADIZ – Komeleya Ciwanên Welatparêz di çarçoveya kampanya ‘Werin cenga azadiyê’ ya ku li dijî dagirkeriya Tirk ragihandine de, li bajaroka Qeladizê Konê Berxwedanê danîbûn. Çalakiya ciwanan piştî sê rojan bi dawî hat.
Komeleya Ciwanên Welatparêz ku di çarçoveya kampanya ‘Werin cenga azadiyê’ ya ku li dijî dagirkeriya Tirk ragihandibûn de çalakiya xwe ya, li Parka Şar a Qeladizê piştî sê rojan bi dawî anîn.
Endamê Ciwanên Welatparêz Çêner Mihemed li ser çalakiyê axivî û diyarkir, wan wek Ciwanên Welatparêz piştî sê rojan çalakiya xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk bi dawî anîn.
Çalakî ji aliyê Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ve hatibû organîzekirin. Di çalakiyê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavokên boykotkirina malên Tirkî jî hatin belavkirin.