NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dîktatoriya faşîst leşkerî ya 12’ê Îlonê hewl da ku bi zilm û hovîtiyeke mezin fikir û armancên ji bo paşerojê têk bibe, çokê bide tewandin û teslîm bigire. Welat kirin girtîgeh, her avahiyeke dewletê jî veguherandin êşkencexane. Zindan veguherîn cihên welê ku vegotin û pênasekirina wan zehmet bû. Li zindanên Metrîs-Mamak-Amedê bi êşkenceyên giran û hovîtiyê hewl dan ku girtiyên şoreşger teslîm bigirin. Bi taybetî li Zindana Amedê ya Hejmara 5’an hate xwestin ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan bê bêdengkirin û armancên ji bo Kurdistana azad bên fetisandin. Xwestin ku her kesên li ser piyan mane, her kesên li ber xwe didin teslîm bigirin.
Li Zindana Amedê ya Hejmara 5’an di navbera teslîmiyet û berxwedanê, xiyanet û dilsoziya bi şoreşê re, koletî û azadiyê di asta herî bilind de şerê îradeyê hate meşandin. Li dijî xiyanet û teslîmiyetê Mazlûm Dogan li refên herî pêş ê têkoşînê cih girt. Agirê Newrozê yê ku hevalê Mazlûm pê xist, pêl bi pêl li her aliyên zindanê belav bû. Bersiv dereng neket; ji Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik hat. Agirê berxwedanê êdî mezin dibû.
Ev berxwedana rûmetê ya ku dîwarên zindanê dihejand, 14’ê Tîrmeha 1982’an bi biryara hevalê M. Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr gihîşt asteke bilindtir. Av wê êdî ber bi aliyê zaliman ve neherikîbûya. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin herikîna avê guhert. Sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê yên ku dîktatoriya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê kir, ji aliyê girtiyên şoreşger ve li zindanan, li dadgehan hatin darizandin û hatin avêtin. Polîtîkaya bêkesayetîhiştina girtiyên şoreşger û xiyanetkirinê êdî îflas kiribû. Di rewşekê de ku gelê Kurd bi her cûre êrişan dihate tinekirin, girtiyên şoreşger bi berxwedana rojiya mirinê ya mezin dest bi darizandina dîktatoriya faşîst kirin. Mazlûman û girtiyên şoreşger, faşîzm li dadgehên 12’ê Îlonê darizand. Lanet li êşkenceyê anîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji wê demê heta niha, polîtîkaya zext û mêtingeriyê ya çîna serdest, êrişên ji bo tunekirina Kurdan qet neguherîn. Îro jî dewleta Tirk bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê dixwaze Kurdan qir bike. Lê belê hewldanên wan belasebep in. Ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ji zûdeyî li çiyayên Kurdistanê gihîştiye gerîla. Ti xiyanet û polîtîkaya nokeriyê nikare têkoşîna azadiyê ya Kurdan rawestîne.
Ji her demê bêhtir divê em bibin mîna fermandar Kemal Pîr, kadroyê pêşeng M. Hayrî Dûrmûş, şervanên pêşeng Akîf û Alî. Îro ew kêlî ye ku li her qada jiyanê çemên biçûk bigihînin hev û li dijî faşîzmê şer bê kirin. Ew dem e ku di têkoşîna yekbûyî ya gelan de bibin fermandar.”