DÊRAZOR – Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê panelek bi diruşma “Mil bi mil em hişbirê têk bibin” li bajarokê Ebû Hemam li dar xist.
Di panelê de gelek rûspî û şêxên eşîrên herêmê û tîmeke ji bijîşkên nûnertiya saziyên civaka sivîl û meclisên herêmê dikin, beşdar bûn.
Di panelê de, bijîşk Salih El-Hemîd behsa diyardeya belavbûna hişbirê û xeteriyên wê li ser civakê kir, her wiha behsa girîngiya têkoşîna li dijî wê û rêbazên zanakirina civakê wê kir.
El-Hemîd destpêkê girêdana bi hişbirê re şîrove kir, her wiha li ser sedemên ku dihêlin mirov madeyên hişbirê bi kar bînin, xeteriya wê li ser mirovan, bi taybet li ser ciwan, her wiha bandor û nîşaneyên derketina girêdana bi hişbirê re axivî.
El-Hemîd diyar kir ku ji bo bidawîkirina diyardeya hişbirê divê pêngavên dermankirin û hişyarkirinê pêk werin û got, divê ciwan bi rêya dan û standinê werin hişyarkirin, têkiliya di navbera xwediyên malbatê û ferdên wê xurt bibin, da ku xeteriya girêdana bi hişbirê re kêm bibe û jê bi dûr kevin.
Piştre deriyê nîqaş li pêş beşdaran vebû. Beşdaran têkildarî çawaniya bidawîkirina belavbûna hişbirê nêrînên xwe parve kirin û gotin divê çavkaniyên ku tê re hişbir derbasî herêmê dibe û aliyên ku hewl didin gendelî û xirabiyê bixin nava civakê werin eşkerekirin.
Beşdaran da zanîn ku pêwîst e aliyên pêywendîdar bi berdewamî li ser dermanxaneyan bigerin û her kesê propagandaya wê dike were cezakirin.
Dê Komîteya Ciwan û Werzîşê panelên mîna vê di rojên pêş de li rojhilatê Dêrazorê li dar bixe.