NAVENDA NÛÇEYAN –
Ger ku gel bi têgehekî bêne pênase kirin, wê demê têgehaa ku gelê Kurd bide nas kirin dê teqez berxwedan be. Ji ber ku peyva berxwedan gelê Kurd bi awayê herî çêtirîn, rast û herî watedar îfade dike. Gelê Kurd hebûna xwe di berxwedanê de dibîne, tovên wî bi berxwedanê di axê de şîn dibin. Çavên reş, çavên mêrxasî ên zarokên Kurd bi stranên berxwedanê radizên û bi çîrokên berxwedanê mezin dibin.
Li Kurdistanê li her bajarî, her kolan, her kevir, her santîmek axê de şopên berxwedanê hene. Ji werîsên darvekirinê yên li stûyê bav û kalên Kurd bigir heya qîrîna azadiyê ya jinan, van şopan mîna qîrîna dil hemû zordariyê radikin. Ew textên axayên zaliman hilweşîne, perçe dike. Ev berxwedan îşkenceyê kor dike û hemû dagirkeriyan tine dike. Ew destên ku rêzên mirinê hilweşînin dilerizîne. Ev berxwedan destanan dinivîse, berbanga sibehê evîn û serhildanan dide zayînê. Berxwedan çeka gelê Kurd e, bi kurtasî, her tişt e. Ew çîrokek dîrok, wêje, evîn, rastî ye û ji her çar aliyan ve bi mêrxasan hatiye dorpêç kirin. Navê têkoşîna gelê Kurd berxwedan e. Ji ber vê yekê, gelê Kurd bi salan e ku romanek berxwedanê dinivîse. Ger wijdan bêne axaftin, ger çavên kor û hişên ker guh bidin, dê were dîtin ku ev roman bi xwîn hatiye nivîsandin. Bi xwîn, bi hêstir, bi girîn, bi evîn … Têkoşîna gelê Kurd ‘romanek neqediyayî’ ye, lewra ku rêwiyên vê rê û berxwedêrên Tevgera Azadiya Kurd vê berxwedanê her ku diçe zêde dikin didomînin. Derketina vê romanê Amara ye. Rûpelê herî girîng û şewitandî 14ê Tîrmeha 1982 ye. Kur û keçên gelê Kurd di nav rûpelên vê romana pîroz de çi jidayikbûnên leheng, çi şerên lehengî û çi jî berxwedanek bêhempa têde rast kirine. Van zarokên wêrek di 14ê Tîrmehê de ku agirê ku bi şehîd Mazlum ve hat hilgirtin di 21ê Adara 1982-an de li Newrozê , dema ku tûrek hêvî jî nemabû li axên Kurdistan ê dest bi rojiya mirinê a mezin kirin. Vê destpêka bilind a berxwedanê berxwedanek girseyî ya li pey xwe anî.
Wan berxwedêrên ku hêvî diafirandin, carinan wateyên nû, xurt û teze didan tiştên heyî, carinan jî wan tiştek ji tunebûnê diafirandin.
Heval M. Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yılmaz, afirînerên Rojiya Mirinê ya Mezin di 14ê Tîrmehê de, ne hiştin ku agirê pîroz ê Çaran vemirîne, û dest bi rojiya mirinê kirin, ku ew serdema herî dijware ya li zîndana Amed ê li dijî kiryarên nemirovane ku heya diyalektîkî jî nikaribû şîrove bike ew bûn bayek li axên Kurdistan ê dor bi dor digerin. Ew bi derbasbûna bajar, deşt û behran re bûne bahoz. Ev bahoz ku herî zêde axayên metînger tirsandin. Wan digot qey ev tofan dê biqede ger ew bi her cûre rêbazên qirêj, pîs û nemirovane êrîş bikin. Bi sozên derewîn, difikirîn ku serhildêr dev ji berxwedanê berdin. Lê hesabên wan negirt. Ev tofan neşikest, serhildêr ji çiyayên berxwedanê ne daketin. Peyama ku ji hêla Rojiya Mirina Mezin ve di 14ê Tîrmehê de belav bûbû ji bajaran ber bi çiyayan ve wek reniyekê belav bû. Cûntaya leşkerî û rejîma darbeyê ti carî şikestin, teslîm û lawaziya ku di xewnan de dibînin di zîndanan de nedît. Tevgera Azadiya Kurd a ku dixwest wê tune bike û tasfiye bike, her ku mezin bû, 14 Tîrmehê wekî mîladek dît û mezin bû.
Îro serhildêr di şopa vê mîratê de dimeşin. Her çend dem û kesayet hatine guhertin jî, dîrok heya roja meya îro berdewam dike. Di 1982 de, rejîma cûntaya leşkerî û domandina wê faşîzma AKP-MHP bi heman polîtîkayan ve dixwaze gele Kurd têk bibe. Lê ev birdozî li dijî îdeolojiya gele Kurd îflas kiri ye. Niha tîrmeheke din e, salvegera berxwedana bêhempa ye … Û gelê kurd îro jî li ber xwe dide, û îro jî bi grevên birçîbûnê ve li dijî zilm û neheqiyê disekine. Bê guman, dê dev ji mafê xwe bernede. Ev berxwedan dê heya rakirina tecrîda li ser Rêber APO bidome û ev rê dê van rêwiyan bêzar neke.