AMED – Gerîlayê HPG’ê Abdullah Bûlat (Armanc Cûdî) 18’ê Gulanê li navçeya Licê ya Amedê di şer de şehîd bû bû. Cenazeyê Bûlat li bajarokê Bekîrhan ê navçeya Hezo ya Êlihê hate veşartin.
Cenazeyê Bûlat 57 rojan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hate hiştin û doh bi şev radestî malbata wî hate kirin.
Cenaze bi merasîmekê ku ferd û xizmên malbatê û şêniyên herêmê, hate veşartin.