NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Lavriyoyê ê girêdayî Atîna ya Yewnenastanê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bibîr anîn. Bîranîna ku ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) , Navenda Çanda Kurdistan û Tevgera Jinên Kurd yên Ewropa (TJK-E) bi rêzgirtinê destpêkir. Li qadê wêneyên Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û Mazlûm Dogan li ser hatî danîn hat xemilandin û find hatin vêxistin. Piştî rêzgirtinê dostên kurdan yên Fransî axaftin kir. Di axaftina xwe de got ku gelê kurd her tim bila serbilind bin û tu carî dev ji vê berxwedana xwe ya pîroz bernedin.
Piştî axafitinan koma zarokên wargeha Lavriyoyê ji bo berxwedana 14’ê tîrmehê sitran gotin.
Herî dawî sînevîzyon hat lidarxistin. Bîranîn bi diruşmên “şehîd namirin” , “Bijî Serok Apo” bı dawî bû.